Bi hukumeta veguhêz re civîn hat kirin
În 5 Îlon 2025 - 15:00
- Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mijara kêmkirina rageşiya li Helebê û pêkanîna bendên peymana derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, roja pêncşemê bi nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiyan.
Bi armanca kêmkirina rageşiya li Helebê û pêkanîna bendên peymana derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, pêncşemê êvarî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê civiyan.
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê dane, di hevdîtinê de berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fermandarên QSD’ê û hejmarek raydarên hikumeta veguhêz amade bûn.
Di civînê de, aloziya vê dawiyê li Helebê rû daye, liv û tevgera hêzên hikumeta veguhêz li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, domandina pêkanîna bendên Peymana 1’ê Nîsanê ya derbarê her du taxan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha behsa mekanîzmeya avakirina komîteyên pêkanîna peymanê kirin.
Her du aliyan li ser rawestandina rageşî û tevgera leşkerî ya hêzên hikumetê li derdora her du taxan û lidarxistina civînan di navbera komîteyên têkildar ên her du aliyan de li hev kirin. NAVENDA NÛÇEYAN