Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) 10`emîn Festîvala Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê, bi dirûşma "Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan" li dar xist.
Ji tevahiya pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîsê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.
Di roja duyemîn de Koma Kulîlkên Rojava ya ji Dêrikê û Koma Kulîlkên Koçerat stran gotin. Koma Hêvî ya ji Dêrikê şano pêşkêş kirin. Dûre Koma Dîcle û Firatê govendên folkorî yên kurdî, Koma Reseniya Cizîrê ya ji Til Hemîsê stran gotin. Her wiha Koma Efrîn a ji Qamişlo şano û Grupa Karatê ya ji Qamişlo berhemên werzîşî pêşandan.
Di roja sêyemîn a dawîn de, Koma Kulîlkên Girbawî ya Dêrikê, Koma Şehîd Feraşîn a Rimêlanê, Koma Koçera ya Dêrikê berhemên xwe yên hunerî wek stran û şano pêşandan. Her wiha zarokên Dibistana Niwêla jî şanoyek pêşanda.
Gelek komên din wek Koma Hilz, a Rimêlanê, Koma Newroz a Qamişlo, Koma Dilo a bajarokê Maşûq govend û koma Şehîd Bawer a Tirbespiyê stran pêşandan. Koma Şehîd Rîwan a Girbawî şano, koma Şehîd Dilvîn a Qamişlo, Koma Avzem a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a Tirbespiyê stran û govend pêşandan.
Di dawiyê de şêniyên di mîhrîcanê de hazir bûn li ber stranên hunermend Baran xelekên govendê gerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN