6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan bi dirûşma “Zarokên me kevokên aştiyê ne” ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Reqayê ve hatiye birêxistin, dest pê kir. 252 zarok ku cihê xwe di 19 komên navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, Hîlala Zêrîn, Dibistana Gerestêrk a Zarokan a Meclisa Malbatên Şehîdan û gelek pêşdibistanên kantona Reqayê de digirin, beşdarî mîhrîcanê bûne.
Mîhrîcan li hola Tac a başûrê bajarê Reqayê bi beşdariya bi sedan zarok, malbatên wan, endamên Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê, Navenda Hîlala Zêrîn, hevserokên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest pê kir.
Di mîhrîcanê de cîgirê hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Reqayê Îbrahîm El Reşîd axivî û bi xêr hatina beşdaran kir. El Reşîd got: “Zarokên me cegerên me ne û hêviyên me yên siberoja geş ne. Em hêvî dikin ku zarokên me di mîhrîcanê de demên xweş derbas bikin.”
Dûre hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û lidarxistina mîhrîcanê li beşdaran pîroz kir. Hêvîn ev li gotinên xwe zêde kir: “14 sal e, zarok ji ber şer êş dikişînin. Ji bo ku siberoja me bikujin, zarokên me dikin hedef. Ji ber ku baş dizanin ku zarok, siberoja civakan e. Em vê rojê li we pîroz dikin.”
Mîhrîcan dê sibe bi hunerên nû û belavkirina xelatan bi dawî bibe.
ANHA/REQA