Reseniya Hewreman xera dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:24

Hewreman herêmeke girîng ya geştiyarî û berhemên dîrokî ya Başûrê Kurdistanê ye. Di salên borî de rêxistina UNESCO Hewreman xist lîsteya ‘herêmên geştiyariya şûnewariyê’, lê di van salên dawiyê de ji ber bikaranîna keresteyên avahîsaziyê xweza û reseniya vê herêmê hêdî hêdî tê guhertin û çanda xwe ya erdnîgarî winda dike. Li aliyekê din hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê hewla parastinê van deverên çandî û dîrokî yên herêma Hewreman nedaye. Sîma û rûyê wê yê çandî, dîrokî û xwezayî hêdî hêdî winda dibe. Ev yek jî bûye sedema nerazîbûna xelkê Hewremanê.

Mamostayê zanîngehê û nîştecihê Hewreman Rêbaz Luqman da zanîn ku divê herêma Hewreman ya dikeve aliyê Başûrê Kurdistanê çav li Hewremana Rojhilatê Kurdistanê bike. Mamostayê zanîngehê got:“Ji ber ku Hewremana Text an jî Hewremana Rojhilatê Kurdistanê bi awayekê berçav çand û reseniya xwe parastiye. Heta niha hikûmet û şîrketan nekariya bandoreke nerînî li ser şêwazên xanî, dizayna bax û bîstan, resenî û çanda Hewremana Rojhilat bikin. Divê Hewremana Başûrê Kurdistanê nehêlê di çêkirina xaniyên çandî de bilok, çîmento were bikaranîn. Divê bi şêwazê berî û kevnar dar, ber û ax were bikaranîn. Her wisa divê şaredariyên Hewremanê nehêlin bi tu awayî xwediyên xaniyan bi keresteyên modern û nû xaniyên xwe ava bikin. Pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûzexaneyeke çandî û dîrokî li Hewreman ava bike da ku dema geştiyar serdana herêmê dikin werin serdana mûzexaneyê.” Ebdullah Rehîm jî got:“Di demên berê de xelkê Hewreman li ser hunerên dest û çanda xwe ya resen jiyana xwe didomand. Ji ber guhertinên nebaş yên rejîmên li pey hev û dijminên Kurdan, di koçberkirin û wêrankirina herêmê de, ev hemû sedemên lewazbûna asta çanda resen ya Hewremanê ne.  Lewra niha jî gelek zehmete ku em çand û reseniya xwe herêmê weke berê lê bikin. Sedema vê yekê ya sereke û bingehîn jî ji bêxemiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku hewla pêwîst ji bo parastina çanda Hewreman nedaye.”

ROJNEWS/HEWRAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.