Xwedî li dar û axa xwe derkeve

Nûçeyên Jin

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 15:45

  • Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li Şirnexê li Bestayê nobet girtin, gotin: “Divê kesek li dijî vê talanê bêdeng nemîne û dengê xwe derxînin. Bila her kes xwedî li dar û xaka xwe derkeve.”

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî talankirina xwezayê ku bi salan e li Şirnexê tê domandin, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” meşek li dar xist. Piştre jî li devera Girhincê rojekê nobet girtin. Nobet roja çarşemê bi dawî bû û gelek kesên ji Amed, Sêrt, Mêrdîn û Êlihê hatin jî tev li nobetê bûn.

Azîze Alan ku di çalakiyên li dijî madenê yên li navçeya Licê ya Amedê tê naskirin jî tev li nobeta li Bestayê bû. Azîze Alan li dijî talankirina xwezayê ya li Kurdistanê banga berxwedanê kir û got: “Em bi van daran re ji dayik bûn, em bi wan re dijîn. Wekî me ya wan jî can e. Daristanên li vê derê bi destê cerdevanan tên tunekirin. Xwestin li gundê me jî xebatên madenê bidin destpêkirin lê me li berxwe da û ew paşve şandin. Dîsa hatine lê em ê rê nedin wan. Xaka Kurdistanê yek e, li ku derê qirkirina xwezayê hebe em ê li wir li berxwe bidin. Em bi rêya piştevaniyê pêşiya vê talanê bigirin.”

Sabahat Irmak a ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatiye Bestayê jî got ku tevî nexweş e jî tev li nobetê bûye û got: “Hewce ye her kes li dijî talankirina xwezayê ya li Kurdistanê dengê xwe bike. Ez nexweşa şekirê me lê dîsa jî hatim vê derê û li dijî talanê disekinim. Ev der welatê me ye, xaka me ye. Li şûna ku dewlet li dijî vê talanê bisekine, piştgiriyê dide. Heke dar nebin dê hişkesalî çêbibe, dê kanî hişk bibin. Ev xweza ji bo me tevan heye. Ev dar îro tên birîn lê dê texrîbat mayinde be. Belkî nekare heta 10 salên din xwe komî ser hev bike. Banga min ji bo jinan ew e ku xwedî li xwezaya xwe derkevin.”

Încîfe Îşlek ku ji navenda Şirnexê tev li çalakiyê bûye jî bi lêv kir ku çavkaniyên wan ên debarê hatine tunekirin û wiha domand: “Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin lê êdî ew jî tune ye. Mal û milkê me talan kirin. Ji bo pereyan darên me tune kirin, ava me ziwa kirin, bax û baxçeyên me hişk kirin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talanê tev li nobetê bûm. Divê kesek li dijî vê talanê bêdeng nemîne û dengê xwe derxînin. Bila her kes xwedî li dar û xaka xwe derkeve.” MA / ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.