Jinan keziyên xwe honandin

În 23 Çile 2026 - 03:30

Bi dehan jinan di torên civakî de li dijî hovitiya çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk a hemberî şervanên jin, keziyên xwe honandin û piştgirî dan berxwedana şervanên jin.

Çeteyên hov yên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê êrişî mirovahiyê dikin. Çeteyên hov bi taybet jî jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Lê berxwedana jinên Kurd a li hemberî çeteyan, tirsek mezin xistiye dilê hemû dirindeyên dewleta Tirk.

Piştî ku di torên civakî de çeteyan hinek dîmenên li dijî jinan belav kirin, jinên Kurd yekser helwesta xwe nîşan dan û kiryarên qirêj şermezar kirin.

Duh bi şev bi dehan jinî li dijî hovitiya çeteyan piştgirî dan şervanên jin. Jinan di di torên civakî de bi belavkirina dîmenan, keziyên xwe honandin û piştgirî dan berxwedana şervanên jin.

Jinan di torên civakî de tevî honandina keziyên xwe peyam dan û ragihandin ku eger keziyek were birîn, wê bi hezaran keziyên din werin.

Herwiha jinan bang li hemû jinan kirin ku bi badana keziyên xwe tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.