Ji bo darên xwe em ê her tiştî bikin
Çarşem 10 Îlon 2025 - 16:30
- Ayşe Akar bi stranan xemgîniya xwe ya ji ber birîna daran nîşan da û got, “Piştî ku hatim vê derê û min dît ku dar hatine birîn, ez gelekî êşiyam. Em bi her awayî dilsozê vê xakê ne. Ji ber vê yekê divê em xwedî li vê xaka xwe û daran derkevin.”
Li erdnîgariya Botanê ku ji ber birîna daran, lêgerîna li maden û petrolê bi rêk û pêk ekolojî tê talankirin, gef li ser jiyana hemû zindiyan e. Ji bo rabûna li ber vê talanê ku nêzî 9 sal in bi rêk û pêk dewam dike, bi hezaran kes li hev kom bûn û bi dirûşmên ‘Em aştiyê dixwazin, ne bendavan’ li navenda Şirnexê meşiyan. Girseya gel piştî meşê daxwazên xwe anî ziman û banga rawestandina talankirina xwezayê kir ku zerarê dide her kesî. Bi vê armancê jî berê xwe da herêma Bestayê ku lê dar têne birîn û dest bi nobedê kir.
Dayikên ku çav li darên hatine birîn ketin, bi hev re zêmar gotin. Dayikên ku li ber birîna daran ketin, li ser her dareke hate birîn zêmarek gotin. Ji dayikan Ayşe Akar bal kişand ser talankirina xwezayê û ji bo rawestandina vê qetilkirinê bang kir. Ayşe Akar ragihand ku weke dayik wê li ber xwe bidin û bi zêmara xwe ya li ber darên hate birîn bû qîrîna bêdeng a darên li Cûdî, Gabar û Bestayê hatin birîn.
Ayşe Akar bi stranan xemgîniya xwe ya ji ber birîna daran nîşan da û got, “Piştî ku hatim vê derê û min dît ku dar hatine birîn, ez gelekî êşiyam. Niha jî rondik ji çavên min diherikin. Min ew rondik ber bi nava xwe ve herikand. Ev dar em in, eger dar nebe em ê jî nebin, em ê winda bibin. Dijmin tê ewqas darên me yên hêja dibire, yên ku dijminê mirov û xwezayê ne daran dibirin. Em bi her awayî dilsozê vê xakê ne. Ji ber vê yekê divê em xwedî li vê xaka xwe û daran derkevin.” ANF/ŞIRNEX
* * *
Qeleqol ava kirine
- Artêşa Tirk li Botanê ji sala 2015'an şûnde bi dehan qeleqolên leşkerî li şûnwarên gundên salên 1990'î hatine valakirin, ava kirine. Niha di çavdêriya van qeleqolan de xwezaya Botanê talan dikin.
Li Herêma Botanê piştî sala 2015'an dewletê berê xwe da çiyayên Cûdî, Heftenîn, Kato, Herekol û Gabarê. Dewletê li navser û qûntarên van çiyayên ku di salên 1990'î de bi dehan gund hatibûn valakirin, dest bi çêkirina qeleqolan kir. Bi çêkirina qeleqolan re talana li ser xwezaya herêmê derket asta herî jor.
Li navser û qûntarên Çiyayê Cûdî bi dehan gund hatine valakirin. Ji bilî çend gundan hê jî vegera gundên Divin, Cifane, Akêt, Gilindor, Spîndarok, Gundikê Remo, Nêvava, Bilga, Cilbiya, Silib, Girê Çolya, Babga, Sorbitmê, Germgê, Şemga, Dêrgê, Xinis, Hesedoka, Bêşêrê, Şax û Hebler qedexe ye. Li şûnwarên van gundan qeleqol hatine avakirin û di bin kontrola van qeleqolan de kanên komirê tên vekirin û daristan tên birîn.
Herêma Besta û qûntarên Çiyayê Herekol dema dibe şev ji bilî ronahiya qeleqolên leşkerî tiştek xuya nake. Li seranserê herêmê qeleqol hatina çêkirin û ev qeleqol li şûnwarên gundên weke Avyan, Kenî Ferşkê, Xirbê Bestê, Kenî Sîvgê, Behra Hincê, Çala, Sergê Mehemê Oso, Kela, Çemkê Tehlo, Bacît, Giregê, Romaran, Kûrta Xanê, Tûşimya, Cinîwer, Bişiyê Reş, Zirvî, Bolûzer hatine avakirin. Ev gund hemû dikevin nava Herêma Besta û cerdevanên herêmê hemû daristanên van gundan dibirin. AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ
* * *
Nobeta li Bestayê bi dawî bû
- Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ku di dawiya nobeta li Bestayê de axivî, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Heta xweza azad dibe dê berxwedana me jî bidome.”
Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em ê rê nedin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” roja sêşemê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê, roja çarşemê li qada Kun Hirçokê ya di navbera gundên Çemê Têwî Bişêye Reş bi dayina daxuyaniyê hate bidawîkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, Berdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt û Êlihê û gelek welatî tev li bûn.
Di daxuyaniyê de “Nobedarê dara gûzê em li vir in”, “Hebûna xwezayê xwebûna me ye”, “Li dijî şer aştî li dijî talanê jiyana ekolojîk” û “Ar girtiye qurm û li dorê dileyîze çi kiribû çi bû gunehê dara berûyê?” hatin hilgirtin.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê yê Demê Adnan Şenbayram, diyar kir ku Kurdistan pêşkeşî sermayeyê hatiye kirin û wiha got: “Me duh li dijî sepanên di bin navê ewlehiyê de tên kirin, meşek li dar xist. Duh me peyamek da pergala talanker û me got ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê. Ji vir şûnde em ê nehêlin xwezaya me were talankirin. Em ê bi hev re xwezaya xwe azad bikin. Nobeta me îro bi dawî dibe lê têkoşîna me dê bidome. Heta ku xweza azad dibe jî dê berxwedana me bidome. Di meha mijdarê de em ê kampanyaya çandina daran bidin destpêkirin. Tenê dema em bi hev re têbikoşin em dikarin xwezayê biparêzin. Ez spasiya her kesên tev li nobetê bûne, dikim. Ji Cûdî heta Akbelenê dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Xweza jiyan e jiyanê nekuje” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, çalakvanan qada nobetê paqij kirin. NAVENDA NÛÇEYAN