Ji Elmanya heta bi Myanmarê

Şemî 24 Çile 2026 - 04:00

  • Ji Elmanyayê heta paytexta Katalonya Barselonayê û Myanmarê, bi çalakiyên piştevaniyê, jin û enternasyonalîst ji bo êrîşên li ser Rojava hestiyariyê çêbikin û ji bo parastina şoreşê tevbigerin çalakiyan lidar dixin.

Li seranserî cîhanê ji Elmanya heta paytexta Katalonya Barselonayê û Myanmarê, jin û enternasyonalîst ji bo êrîşên li ser Rojava hestiyariyê çêbikin û ji bo parastina şoreşê tevbigerin çalakiyan lidar dixin.

MYANMAR

Eniya Antî-Faşîst a Myanmarê (AFI) diyar kir ku tev li banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser dibin û bang li hemû şoreşger û rêxistinên şoreşger ên cîhanê kir ku tev li seferberiyê bibin. AFIyê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên rejîma cunta ên li Myanmarê tên meşandin hatin bi bîrxistin û wiha hate gotin: “Di heman demê de rejîma nû ya Sûriyê jî êrişî şoreşa Rojava dike. Em wekî AFIyê tev li seferberiya giştî ya bi armanca parastina Rojava hatiye destpêkirin, dibin. Em bang li hemû rêheval, şoreşger, hezkerên Kurd û mirovahiyê dikin ku bersiv bidin banga seferberiya giştî ya Şoreşa Rojava û ji bo parastina şoreşê bikevin nav tevgerê. Em wekî AFIyê dê bi her awayî piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Her bijî yên bi xwîna xwe destanan dinivîsin. Bijî YPG, bijî YPJ û bijî berxwedana Rojava.” Şoreşgeran her wiha di dawiya daxuyaniyê bangawaziya seferberiya navneteweyî ya ji bo piştgiriya Rojava kir.

HANNOVER 

Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, jinên beşdarî kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin” (Women Defend Rojava) bûne, li pêşiya parlamentoya herêmî pankartên şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û bang li parastina şoreşa jinê kirine, çalakiyek lidar xistin.

MUNÎH 

Ji bajarê Mûnîhê yê Almanyayê enternasyonalîstan, ji bo bang li piştevaniya şoreşa Rojava bikin û piştevaniya hikûmeta Elmanyayê ya ji bo Colani û hikûmeta demkî ya cîhadî ya Sûriyê şermezar bikin, ofîsa Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dagir kirin.

HAMBURG 

Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, ciwanên Kurd li stasyona trênê çalakiya rûniştinê kirin, trên rawestandin û bal kişandin ser qirkirin û komkujiyên DAÎŞ û HTŞ yên li dijî gelê Kurd.

BARSELONA

Li paytexta Katalonya Barselonayê, enternasyonalîstan li pêşiya ofîsa Komîsyona Ewropayê protestoyek lidar xistin. Çalakvanan bal kişandin ser wê yekê ku dewletên DYE û Ewropayê bi sûc beşdarî êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ-HTŞ a li ser Rojava dibin û wan teşhîr kirin.

ROMA

Li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo piştevaniya gelê Rojava du çalakiyên spontanê hatin lidarxistin. Çalakvanan ragihandin ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava mezin bikin û piştgiriyê bidomînin.

EFRÎKAYA BAŞÛR

Jinên Efrîkayê Başûr ji bo piştgiriya xwe ya Rojavayê Kurdistanê raber bikin, hatin ba hev û bi dirûşmeyan berxwedana gelê Kurd sllav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.