Dijî şerê pirhêlî çare têkoşîna rêxistiniyê ye

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 01:55

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî Rezan Kaganarslan û Hevserokê SDGF’ê Muslum Koyûn destnîşankirin dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê şerekî bêexlaq ê pirhêlî dimeşîne, bi rêya fihûş, tiryak, asîmîlasyonê û koçberkirinê dixwaze civaka Kurd qir bike û gotin dijî vî şerê pirhêlî çare têkoşîna rêxistinî ye û banga geşkirina têkoşînê li ciwanan kirin. 

Mîhrîcana Çand û Xezayê ya Mûnzûrê ku îsal cara 22’yemîn li Dêrsimê hate lidarxistin, bi dawî bû. Bi çarçoveya mîhrîcanê li ser gelek mijaran, bi taybetî tunekirina xwezayê, asîmîlasyona çandî, pirsgirêkên ciwanan û jinan çalakî û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. Di roja dawî ya mîhrîcanê de têkildarî polîtîkayên weke bişaftin, fihûş û koçê yên li dijî ciwanan nîqaş hatin kirin.  

Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan û Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyûn, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan nirxandin. 

Armanc pasîfkirina berxwedanê ye

Kaganarslan, diyar kir ku dewleta Tirk bi polîtîkayên şerê taybet bi rêbazên weke tiryak, fihûş, asîmîlasyon, bêesilkirina çandî û sîxûrtiyê ciwanan hedef digirin û got ku bi van rêbazan armanc dikin ku karakterê berxwedanê yê ciwanan pasîf bikin. 

Kaganarslan, wiha domand: “Bikaranîna tiryakê ya zarokekî 9 salî tê wateya ku AKP-MHP hewl dide civakê çawa tune bike. Bi belavkirina fihûşê re hem jinan dikin meta hem jî di kesayeta jinan de tê xwestin ku berxwedêriya civakê ji holê bê rakirin. Dema ciwanên kurd hewl didin tev li têkoşînê bibin, hewl didin wan bi sîxurkirinê bêxin. Polîtîkayên şerê taybet li ser van 3 stûnan pêş dikevin û rêbazên cûr bi cûr hene. Dema ku ciwanek dest bi lêgerîna îdeolojîk dike, polîtîkayên şerê taybet dikeve dewrê. Ew dîroka xwe ya ku em jê re dibêjin bişaftin û bêhişiyê ji holê radikin.”

 Têkoşîna baş a rêxistiniyê ye

Kaganarslan, bal kişand ku polîtîkayên şerê taybet hem bi rêya medyayê hem jî bi rêya hin hêzên di nava civakê de hatiye bihêzkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna herî baş a li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî ye. Divê em bizanibin ku carinan tiştek biçûk ku em dikin xizmetê ji şerê taybet re dike. Heke em fêm bikin ku çarçoveya şerê taybet çi ye, em ê baştir karibin li dijî vê têbikoşin. Bi vî rengî divê her ferdek xwe bi rêxistin û perwerde bike.”

Li gel koçkirinê aqlê bîrdozî diçe 

Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyûn bal kişand ser zêdebûna fihûş û tiryakê û got ku bedena jinê kirine meta û hewl tê dayin hişmendiya girseyan bi tiryakê bê tunekirin. Koyûn, bal kişand ku hişbir hatiye asta ku li baxçeyên dibistanan tê firotinê û wiha domand: “Em qala desthilateke wiha dikin ku hemû hêza di destê xwe de digire ji bo pêşveçûna xwe ya îdeolojîk û polîtîk bi kar tîne. Îro em li Dêrsimê ne; li vir her tim dibêjin ‘Ciwan nînin’. Ev ne bi tena serê xwe koçeke bêguneh e. Ligel koçkirina zihnî, aqilê bîrdozî û zanyarî jî diçe. Ji ber wê yekê di bingeha xwe de ev bandora şerê taybet e.”

Govend sembola berxwedanê ye

Koyûn, bal kişand ser ciwanên ji ber gerandina govendê li Sêrt, Mêrsîn û Stenbolê hatin destgîrkirin û ev tişt got: “Govend ne bi tenê çandeke keyfxweşiyê ye. Tilîliya govendê sembola berxwedanê ye. Tiştekî wisa ye ku ji zindanê radibe û koka xwe ji zindanan digire. Tiştekî wiha ye ku bûye sembola berxwedana gelê Kurd, berxwedana xwe bi hemû bedena xwe diyar dike. Serwer jî vê dizanin. Îro êrişa li dijî govendê êrişa li dijî têkoşîna tevgera azadiyê ye. Bêdengkirina govendê bêdengkirina dengê serhildanê ye. Ev jî şerê taybet e.”

Herî pir ji têkoşîna rêxistinî ditirsin 

Koyûn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em di hemû rojevên li dijî faşîzmê de bên bahev. Tişta ku rejîma desthilatê herî zêde jê ditirse, têkoşîna rêxistinkirî ye.”

MA/RÛKIYE ADIGUZEL-ŞÎLAN ÇÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.