Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e

În 15 Tebax 2025 - 03:30

Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê, şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de posterê Rêber APOn hate daliqandin. Bi hezaran kes tev li şahiyê bûn. Bi hezaran kesên li Taxa Xaçortê hatin gel hev, dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.  

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li qada şahiyê axivî û got:“Ciwan her tim bûn pêşengên aştî û demokrasiyê. Dê jiyaneke azad bi dest bixin. Me gelek êş kişandin û hêsir barandin. Azadî, aştî û serkeftin nêz e.” 

Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî got:“Em ê ji vir şûnde jî bi Abdullah Ocalan re bin. Heta aştî û azadî tê vî welatî em ê li ser şopa te bin. Li ser ciwanan şerekî taybet tê meşandin. Nekarîn gelê me têk bibin û niha hewl didin bi rêya sîxûrtî û tiryakê me tune bikin. Dema we li kolanan, parkan, li ser cadeyan kesên tiryakê difiroşin dît, rê nedin wan.”  

Piştî axaftinan, koma muzîkê ya Aryen Kom derket ser dikê û stran got. Welatiyan li ber stranan govend gerand.  

Şahî, bi çepik, tililî û dirûşman bi dawî bû. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.