Festîvala Lecwan Mûnzûr 16’ê Tebaxê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tebax 2025 - 02:00

Festîvala ciwanan a ku her sal li bajarê Dûîsbûrg ê eyaleta Ren-Vestfalya (NRW) a Elmanyayê tê lidarxistin, îsal bi navê Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr tê organîzekirin. Festîvala bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) wê 16'ê Tebaxê li Lûdgerîplatzê bi dirûşma 'Bi Şoreşa Çandî re ber bi Sosyalîzmê ve' pêk were.

Di festîvalê de wê navên navdar ên muzîka Kurdî derkevin ser dikê. Li gel nûnerê muzîka hip-hopê ya Kurdî Diyar Gerîla, gelek hunermendên mîna Bermal Çem, Bengî Agirî, Fatoş Ereklî, hunermendê rap Muharrem û Şervan Badînî wê derkevin ser dikê.

Di festîvalê de ji bilî aktîvîteyên muzîkê, wê pêşandanên fîlman, axaftin û aktîvîteyên cuda yên çandî jî bên lidar xistin.

Komîteya Amadekar, hemû gel vexwend festîvalê û banga parastina çandê û xurtkirina hevgirtinê kir.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.