Ji bo mitînga Esenyurtê bang
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:15
Ahmet Tuzun ê DEM Partiyî banga tevlibûna mitînga li Qada Esenyurtê kir û got ku dê li dijî sepanên bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) dê di 25’ê Cotmehê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, edalet û em bi hev re têbikoşin” mitîngê li dar bixe. Hevserokên giştî yên partî û komeleyên mitîngê li dar dixin dê di axaftinên xwe de balê bikişînin ser pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Bangên tevlibûna mitîngê jî didomin.
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinên Civaka Sivîl a DEM Partiyê ya Stenbolê û Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ahmet Tuzun, got ku aştî û azadî ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelan û kesên edaletê dixwazin e û got: “Zextên piralî yên îktîdarê didomin. Di serdemeke cînayetên kar, qirkirina li dijî jinan û xizanî zêde dibe de em ê ji bo rizgariya ji vê rewşê li qadan bin. Em bang li hemû gelan dikin ku di 25’ê Cotmehê de tev li mitînga me bibin.”
MA / STENBOL