Êrişên provokatîf têne kirin
Duşem 11 Tebax 2025 - 03:10
Girtiyê bi navê Emrecan Demîr li Girtîgeha Tîpa S a Kavak ya Samsûnê tê ragirtin, ji sala 2016’an vir ve girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Di 4’ê Tebaxê de dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin. Demîr di hucreya yek kesî de dimîne û derbkirin heta hucreyê dewam kiriye. Girtiyên ku ev êrîş şermezarkirin jî rastî êrîşê hatine. Demîr ji sala 2016’an vir ve girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Demîr bi rêya malbat û parezêrê xwe êrîş ji raya giştî re parve kir û banga hestiyariyê kir. Demîr xwest heyeteke serbixwe were girtîgehê û lêkolîn bike. Hasan Demîr diyar kir ku kurê wî di hucreya yek kesî de tê ragirtin û got:“Em di cejna Remezanê de çûn hevdîtinê. Di laş, çav û destê wî de pirsgirêk hebû. Min got tu çûyî revîrê? Got çûye revîrê lê ji ber ku bijişkê nexweşxaneyê derman ji wî re nenivîsandiye. Xwestiye sewqî nexweşxaneyê bê kirin lê sewq nehatiye kirin. Hasan Demîr anî ziman ku kurê wî bi mehan e ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin daxwazname daye, di 4’ê Tebaxê de dema sewqkirinê de ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekiriye û got:“Li cihê lêgerînê di şexsê kurê min de dixwazin li hemberî Kurdan bêhûrmetiyê bikin. Kurê min Emrecan vê qebûl nake û nerazîbûnê nîşan dide. Ji ber vê yeke gardiyan û memûrên li wê derê ne êrîş dikin û dixwazin wî lînç bikin. Dema dibin hucreyê êrişê hevalên wî yên li hucreyên din dikin û nerazîbûnê nîşanî êrîşê didin. Li hevalên wî jî dixin û heqaretê li wan dikin. Tişta qewimî cara yekemîn nîn e. Tevî şert û mercên zehmet jî berxwedana xwe li wir didomînin." Bav Hasan Demîr ku qala pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber APO hatiye destpêkirin kir û got:"Ji bo pêşî li encamên van projeyan bê girtin, di nava dewletê de hin çalakiyên provokatîf tên kirin. Em di vê mijarê de bang li raya giştî, Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin. Li dijî van kiryarên provokatîf ên li girtîgehan diqewimin hesas bin. Em jiyanek, welatekî ku aştî, demokrasî, mafên mirovan û edalet lê heye dixwazin. Em li bendê ne ku rayedar di vî warî de gelekî hesas bin. Bi taybetî em dixwazin Wezareta Edaletê der barê girtîgehên nû hatine vekirin de lêkolînan bike."
MA/DÊRSIM