Fermandarê biheybet ê Nisêbînê
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:55
- Koordînasyona Komelên Ciwan ragihand ku endamê Koordînasyonê Çiya Rizgar di 25’ê Tebaxa 2025’an ji ber nexweşiyê şehîd bûye.
Komalên Ciwan şehadeta Endamê Koordînasyona Komelên Ciwan Çiya Rizgar ragihand. Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vî rengî ye:"Di şexsê Rêbertiyê de rastiya gerîlayê ku li ber xwe dide, jin, ciwan û gelê ku li ber xwe dide derketiye holê. Têkoşîna me ya nîv esir di her wateyê de ji Tevgera Ciwanên Apoyî re mîras û nirxekê mezin hiştiye. Mîrasa têkoşîna me ya 52 salan a şehîdan, wê bibe hêza esasî ya ku meşa me diyar dike. Li ser vê esasê di 25’ê Tebaxa 2025’an de li qada ku lê tedawî didît, yek ji pêşengên tevgera me ya ciwanan, hevrêyê me Çiya Rizgar ku gihişte şehadetê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û li beramberî bîranîna wî em bejna xwe ditewînin. Di serî de malabata me ya hêja ya hevrêyê me yê Şehîd, Çiya Rizgar re, hemû gelên Kurdistanê û ciwanan re sersaxiyê dixwazin. Hevrêyê me me Şehîd Çiya Rizgar ji Bakurê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê û hemû qadên ku lê xebat meşand, bû mînakek ya milîtantiya Apoyî. Bi rêhevaltî, ked û hewildanên xwe û sekna xwe ya fedayî, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re pêşengtiyekê xurt kir.
Sembola hevrêtiya rast
Hevrêyê me Çiya Rizgar, di sala 1992’an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê di nava malbatekê nirxên xwe yên Kurdistanî diparast û girêdayî nirxên xwe yên welatparêziyê bû, jidayîk bû. Bi taybetî di salên ku zanîngeh di xwend de, dema ku dest bi xebatên ciwanan dikir, lêgerîna wî ya azadiyê kûrtir bû. Li ser vê esasê di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad. Ji 2013’an roja ku wekî şoreşgerekî profesyonel dest bi rêwîtiya xwe ya Tevgera Azadiyê kirî heta bi roja ku şehîd bû, karî bibe gerîlayekî zaferê û sembola hevrêtiyê. Ji 2013’an heta 2016’an cihê xwe dinava xebatên Bakur de girt û di her qada ku têde xebat meşand, di hemû hevrêyên xwe de, di her ciwan û malbata ku danûstandin bi wan re kiriye teqez şopekê di wan de hişt û rêzdariyekê muaazam ava kir. Ciwanên Bakurê Kurdistanê perwerde dike, rêxistin dike bi vî rengî zanebûnekê mezin ava kir. Her wiha li beramberî dijmin di berê xwe dayîna ciwanan a nava refên berxwedanê de, dîsa pêl bi pêl berê xwe dayîna refên gêrîla ya ciwanên Kurd de bû xwedî rolekê bi bandor. Di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê cihê xwe di nava refên berxwedanê ya rêveberiyên xweser de girt. Li Nisêbînê ji roja ku pêvajoya rêveberiyên xweser destpê kir heta dawiyê, cihê xwe di navê de girt. Bû yek ji fermandarên mezin ên Nisêbîna ku ji dijmin re sendromê da jiyan kirin. Di sala 2021’an de perwerdeya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê dît û bi vê perwerdeyê re bêhtir bi felsefeya Rêber Apo re bû yek. Piştî wê berê xwe da Rojava. Tevî nexweşiya xwe jî bi bê navber salên xwe yên tije tekoşîn bêyî ku bi weste, bi coş û eşqek ya jiyanê karî bibe xwedî meşekê mezin.
Di xeta azadiya jinê de kûr bû
Nirxekê mezin dida hevrêtiya xwe ya bi jinê re û di xeta azadiya jinê de kûrbûyînê ji xwe re esas digirt. Hevalê Çiya ku digot “ yek kêliya me jî divê bê tekoşîn derbas nebe.” Lewma tekoşînekê mezin jibo têkiliyê rêhevaltiyê da avakirin.
Hevrê Çiya rêgeza Rêber Apo ya ku “hevrê ew e ku eniya hevrêyên xwe digihîne stêrkan' wek felsefeyek jiyanê di xwe de jiyanî kir, têkiliyên hevrêtiyê di tekoşînê de mezinkirina wê hertim ji xwe re esas girt. Di heya roja şehadeta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêhevaltiya komûnalîst û jiyana komünal ji xwe re kir armac. Ji me re rêhevaltiyekê ku tu carî xilas nabe diyarî kir. Rêhevaltiya jiyanî ku dewrî me kirî, em soz didin ku bigihînin azadiya Rêber Apo. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên sosyalist dikin ku bi xwedî derketina li wesiyeta şehîdan re tekoşînê, bi rihê Rêheval Çiya mezin bikin. Li ser vê esasê di serî de ji malbata wî re ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, soza girêdanbûyîna xwe ya bîranîna şehîdan re nû dikin û em soz didin ku emê armancên wan yên serkeftinê pêk bînin." Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Çiya Rizgar (Arjen Yavûz), li Mêrdînê jidayîk bûye, 25’ê Tebaxa 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN