- Nivîskar Hogir Berbir û Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp têkildarî Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Batmanê gotin: ”Sazî û dezgehên ziman çiqasî xebatan bimeşînin û di vî warî de hinek tiştan bidin pêş wê zimanê Kurdî di nava gel de hîn bêhtir berbiçav be. Gerek xebatên ji bo zimanê Kurdî domdar bin. Weşanxaneyê Kurdî di vî warî de yekîtiyek ava kirine.”
ROZA METÎNA / AMED
Fuara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve li Batmanê hat lidarxistin 16’ê Cotmehê dest pê kir û heta roja 20’ê Cotmehê dewam kir. Di Fûra Pirtûkên Kurdî de bernameyên mîna panel û gotubêjan jî hat lidarxistin.
Nivîskar Hogir Berbir û Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp ên tevli fûarê bûn têkildarî fûarê, girîngiya wê, xizmeta ji bo zimanê Kurdî û xebatên li dijî êrişan nirxandin kirin.
Nivîskar Hogir Berbir di destpêkê de bal bir ser êrişên li ser zimanê Kurdî û got: ”Bi taybetî di van demên dawiyê de êrişên cihêreng li ser ziman tê meşandin. Herî dawî mamosteyên ziman, ji rêveberiya MED-DER’ê gelek kes hatin girtin û xwestin pêşiya tevgera ziman bigirin. Xwestin şiyarbûna di warê ziman bi vî rengî jî pêşiya wê bê girtin. Her wiha dema ku DEM Partiyê dîsa şaredarî bi dest xistin li ser rêyan nivîsên ‘Pêşî Peya’ hat nivîsandin lê belê ev nivîs jê birin. Ev çavtirsandinek e. Lê belê ev êriş li ser ziman bi ser neketin. Hişyarbûnek di nava gel de heye. Fûara ku bi yekîtiya Weşangerên Kurdî li Batmanê çêbû jî bersiveke li dijî van êrişana ye.”
‘Weşanxaneyên Kurdî yekîtiyek ava kir’
Hogir da zanîn weşanxaneyên Kurdî bi çêkirina fûara pirtûkan hişyarî û yekîtiyek ava kiriye û wiha pê de çû: ”Sazî û dezgehên ziman çiqasî xebatan bimeşînin û di vî warî de hinek tiştan bidin pêş wê zimanê Kurdî di nava gel de hîn bêhtir berbiçav be. Tenê bi çalakiyekê yan jî bi xebatekê tenê ev kar nameşe. Gerek xebatên ji bo zimanê Kurdî domdar bin. Weşanxaneyê Kurdî di vî warî de yekîtiyek ava kirine. Bajar bi bajar dixwazin bingeha berhemên Kurdî bi cih bikin. Dixwazin bi vî rengî xwendekarên Kurdî zêde bibin û eleqeyek ji bo berhemên Kurdî çêbibe. Ev tevgereke pîroz e. Loma em domdariya vê yekê dixwazin. Xebatên bi vî rengî piranî li ser berhemên Kurdî bin elbet wê çêtir be.”
‘Divê ev xebat li her parçeyan bê kirin’
Hogir da zanîn divê xebatên fûarên pirtûkan bi hevkariyekê li her aliyên Kurdistanê bên kirin û got: ”Ev xebatên bi vî rengî dema li çar aliyên Kurdistanê bên çêkirin wê baştir be. Têkiliyeke weşanxaneyan dema bê çêkirin, dan û stendina pirtûkan bê çêkirin wê hîn bandorê bike. Wê bi vî rengî bi têkiliya di navbera her parçeyan de pêşketineke mezin jî di qada zimanê Kurdî de bi dest bikeve. Dema hemû weşanxane hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê qadeke navneteweyî bi dest bixe ev ê ji bo zimanê Kurdî geşedaneke girîng be.”
Xizmeta ji bo ziman û çanda Kurdî
Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp da zanîn yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî bingeha xizmeta ziman û çanda Kurdî ava dikin û got: ”Ev du sal in yekîtiyeke weşanxaneyên Kurdî hatiye avakirin. Ev yekîtî ji bo lidarxistina fûarên pirtûkên Kurdî xwediyê roleke girîng e. Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî têkiliyê bi şaredariyan, saziyên dinê yên demokratîk re datîne. Ev yek jî xizmeta ziman û çanda Kurdî dike.”
Danasîna pirtûkên nivîskarên li zindanan
Delîl herî dawî da zanîn ew dixwazin sazî û dezgehên bi zimanê Kurdî eleqeder dibin zêdetir rola xwe bigirin, piştgiriyê bidin fûarên pirtûkên Kurdî û ev berhem bigihêjin gel. Delîl da zanîn gelek berhemên wan ên nivîskarên di zindanan de ne û gelek jê ji aliyê gel ve nayên naskirin loma jî organîzasyonên bi vî rengî ji bo danasîna pirtûkên nivîskarên di zindanan de jî gelekî baş e.