Xweparastina bi nivîsê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 00:58

  • Nivîskar û helbestkar Îlhan Dayan da zanîn ku nivîsandina li girtîgehê rêbazeke jiyanê ye û got: "Nivîsa li girtîgehê xweparastin e. Şêwazek xweafirandinê ye. Şibakekê li cîhana berxwedanê, azadiyê û evînê vedike."

ROZA METÎNA / AMED 

Nivîskar û helbestkar Îlhan Dayan di sala 1974'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Ji ber sedemên aborî di sala 1978'an de bi malbatî koçî Serêkaniyê bûn. Zarokatiya Îlhan Dayan li Serêkaniyê derbas bû. Di salên 1990'î de tevgera gelê Kurd nas kir. Di rêwitiya xwe ya ber bi azadiyê de sala 1993'yan tê girtin. 32 sal di girtîgehê de derbas kir. 

Nivîskar û helbestkar Îlhan Dayan têkildarî çîroka nivîsandina xwe, zehmetiyên li girtîgehê, naveroka berhemên xwe û xwedîderketina li keda nivîskar û helbestkarên li zindanan nirxandin kir. Îlhan Dayan got:” Pêwîst e derdorên me yên têkildar li keda nivîskar û helbestkarên li zindanan derkevin. Huner û wêje lêgerînek e. Loma divê em li huner û lêgerîna wêjeyê ya nivîskar û helbestkarên li zindanan xwedî derkevin."

Bi akademiyê gava nivîsandinê avêt 

Îlhan Dayan di destpêkê de bal bir ser çîroka xwe ya nivisandinê û wiha got:"Girtigeh wek e tê pênasekirin ji bo mê Kurdan di heman demê zaningeh bû. Jixwe bi navê Akademiya Mazlûm Dogan  tê bilêvkirin. Ez jî 32 salan bûm şagirtê wê akademiya pîroz. Di wê akademiyê de min gav avêt gerdûna nivîs û wêjeyî. Dildariya min a pênûs û nivîsê wisa dest pê kir. Di girtîgehê de nivîsandin gelek zahmet e. Wêje tekîliyêk piralî û zîndî ya bi civak, çand, xwezayê dixwaze. Jiyana civakî bi guherîn û veguherînên  xwe, bi pêşketin û nakokiyên xwe zindîbûyînekê di nava xwe de vedişêre. Wêje dîtin û pênaskirina wê yekê ye. Di girtîgehê de şopandina wê yekê pir ne pêkan e."

Nivîsa li girtîgehê xweparastin e 

Îlhan Dayan bi lêv kir ku wî di destpêkê de bi gotarê dest bi nivîsandinê kiriye û wiha pê de çû:"Rêhevaltiyê min bi nivîsandina gotarê dest pê kir. Di nava demê de nivîsandina çîrokan bala min kişand. Demekê min giranî da nivîsandina çîrokan. Ez xwendevanekî helbestan bûm jî. Hezkirina helbestan her demê di dilê min de zîndi bû. Dema min helbest dixwend aramiyêk cuda xwe bera rehjanê giyana min dida. Dilê min dibû kaniya aramiyê. Ekla jiyanê dihat guhertin. Girtîgeh û helbest bi serê xwe mijara nirxandinê ye. Di girtîgehê de rêhevaltiya bi helbestê re şêwazak xweparastinê ye. Nivîsa li girtîgehê xweparastin e. Şêwazek xweafirandinê ye. Jiyan aliyekî wê bargiranî ye, nivîsandin û taybet ji bo min helbest, wê bargiraniyê  watedar dike. Şibakekê li cîhana berxwedanê, azadiyê û evînê vedike. Di girtîgehê de ev şibake bayê aramiyê tîne." 

Girtî li ser her mijarê dinivîsin 

Îlhan Dayan têkildarî mijarên nivîskar û helbestkarên li zindanê li ser dinivîsin wiha got:"Nivîskar û helbestvanên di girtîgehê de li ser her mijarê dinîvîsînin. Lê azadî têkoşîn, berxwedan, welat, welatparêzî, evîn, xweza, bedelên ku di rêça azadîyê de hatiye dayîn derdikevin pêş. Xewn û xeyalên şehîdekî, hêsirekî çavên dayikan... Bi taybetî di 50 salên têkoşîna azadiyê de bandora xwe li jiyana me kurdan kiriye. Vê yekê jî cîhê xwe di çîrok, roman û helbestên me de girtiye.  Girtîgeh tenê di navbêra me û civakê de dîwarêk bû. Rihe mê, dilê me di nava civakê de û di qadên têkoşînê de bû. Têkileyek me a piralî û zindî bi civakê re hebû. Lewra di nivîsên me de jî ev yek heye. Tenê xemgînî, bêrîkirin, piçekî li pêş e. Ewqas."

Li dij astengiyan têkoşîn jî heye 

Îlhan Dayan da zanîn astengî li girtîgehan derdikevin pêşberî nivîskar û helbestkaran û wiha dewam kir:"Rastî di girtîgehê de nivîskarî zor û pir zehmet e. Destpêkê şertên fîzîkî yên girtigehê bi serê xwe astengiyêk e. Nivîskarîya roman, helbest û hwd. Aramî û bêdengiyê dixwaze. Lê bêdengî, aramî û girtîgeh ji hev pir dûr in. Pêwîstiya mirov ji lêhûrbûnek kûr û fireh heye. Mirov di dilê xwe de, di mejiyê xwe de cîhanek nû diafirîne. Lewra pêwîst e ku mirov piçekî ji jiyana rojane derkeve. Lê ev yek ne pêkan e. Ji bilî wê yekê gelek astengî ji hene. Li dijî astengiyan têkoşîna girtiyan jî heye. "

Xeyalên xwe vedibêje

Îlhan Dayan di heman demê de wiha bal bir ser berhem û naveroka berhemên xwe:"Destpêkê min gotar, çîrok û helbestên bi Tirkî dinivîsand. Bi taybetî di helbestan de tiştekî giring kêm bû. Lê min nizanîbû çiye. Weke xwarinek bê xwê. Helbesta ku hevalên derdora min dieciband ji min re bê tahm dihat. Wekî ku ne ji dilê min hatibe. Dîsa jî min salê dûr û dirêj nivîsandina helbestê Tirkî dewam kir. Demekê şûnde bi saya rêheval û pêşniyarên wan min dest bi nivîsandina helbestên bi kurdî kir. Piştî çend helbestan min dît ku tiştê ku di helbestên min de kêm tiştekî bingehî ye. Ev jî zimanê dayikê ye û min hê zedetir dest bi xwendina helbestên kurdî kir. Heta niha sê pirtûkên min ên helbestan hatiye weşandin. Ya yekê min bi navê Bêrîjan di 2014'an de ji Weşanên J û J'yê çap kir. Berhema min a duyemîn di 2017'an de bi navê Xeyalbêj hate weşandin. Navê pirtûkê naveroka pirtûkê jî diyar dike. Min hew lda di hemû helbestên xwe de xeyalên xwe vebêjim. Pêwîst bû ku ev xewn û xeyal bi helbestê bihata vegotin. Min jî hewl da ku wê yekê vebêjim. Di 2021'ê de ji weşanxaneya Payîzê pirtûka min a sêyemin bi navê Diyariyê Şevê hate weşandin. Berhemên min ên ji bo çapê amade jî hene. Ji bo çapkirinê xabatên min dewam dikin."

Li keda zindanan xwedî derkevin 

Îlhan Dayan herî dawî ji bo xwedîderketina li ked û berhemên nivîskarên di zindanan de ev tişt got:"Min li jor jî got di girtîgehê de nivîskarî zehmet e. Gelek astengiyên cuda hene. Tevî hemû astengiyan jî berhemên derdikeve derve ji bo çapkirin û danasînê bi astengiyên mezin rû bi rû dimînin. Gelek jê nayê çapkirin. Yên tên çapkirin jî gelek kêmasiyên wan ên redeksîyonê  çêdibin. Pirsgirêkên teknîkî û danasînê derdikeve pêş. Hinek tên çapkirin lê tenê di qutîyan de dimînin. Hinek weşanxane tenê bi çavên aborî lê mêze dike. Nivîskarên li derve derfeta wan heye berhemên xwe bidin nasîn. Bişopîne. Nivîskarekî girtî bi zor û heft bela berhemên xwe dinivîsîne û awayekî derdixe derve. Vê carê jî bêxwedî dimîne. Derfetê malbatê hebe tê çapkirin tune be, wenda dibe diçe. Ev xwesteka nivîskarên girtî jî dişkîne. Pêwîst e derdorên me yên têkildar li keda nivîskar û helbestkarên li zindanan derkevin. Huner û wêje lêgerînek e. Loma divê em li huner û lêgerîna wêjeyê ya nivîskar û helbestkarên li zindanan xwedî derkevin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.