Li hepsan rehên wêjeyî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 25 Tîrmeh 2025 - 00:22

  • Nivîskar Ahmedê Bilokî yê 32 salan di girtîgehê de ma, li ser afirîneriya wêjeya li zindanan got: ”Li girtîgehan wêje di asta lûtkeyê de ye. Li ser gewzînî û dîroka wêjeyê lêhûrbûneke bêpayan heye. Dîsîplîneke wêjeyî heye. Dikarim bi dilrehetî bibêjim rehên wêjeya Kurdî li girtîgehan her roj hîn bêtir xwe berdide nava dilê axê.”

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar û helbestkar Ahmedê Bilokî ji ber têkoşîna doza xwe 32 salan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de têkoşîna bi bezandina pênûsa xwe ya bi zimanê Kurdî dewam dike. Bi çîrok û helbestên xwe berhemên nû û hêja li wêjeya Kurdî zêde dike.

Nivîskar û helbestkar Ahmedê Bilokî li ser destpêka çîroka nivîsandina xwe, afirîneriya wêjeya li zindanê, astengiyên li zindanê û pêwistiya xwedîderketina li berhem û keda nivîskarên li zindanan nirxandin kir. Ahmedê Bilokî wiha got:” Nivîskar û helbestkarên hundur tu carî dev ji hêvî û baweriya xwe ya wêjeyê bernadin. Lewre ew dizanin wêje û çand çirûska pêşeroj û dahatûyê ye.”

Bi helbest û çîrokê dest pê dike

Ahmedê Bilokî di destpêkê de behsa çiroka xwe ya nivîsandinê kir û wiha got:”Ez li gundekî çîyayi mezin bûm, rojekê bavê min bi destê min û kekê min girt û em birin dibistana gund li vir bi darê zorê hînî nivîsandinê bûm. Piştî ji malê veqetîyam û çîroka min a azadiyê dest pê kir. Di zivistana sala 1991’ê de, du  pirtûk ket destê min. Yek bi kurdî bû û yek jî bi tirkî bû. Min herdû pirtûk jî bi eşq û evînek bêhempa xwend. Û min di wê zivistanê de helbestek bi navê  ‘pênûsa min’ nivîsî. Dûre min di sala 1995’ an de bi navê ‘Hebûn’ çîrokek dirêj nivîsand. Ango min bi çîrok û helbestê dest bi nivîsandinê kir. Beriya ku ez werim girtin jî min rojnivîsk bi kurdî dinivîsand û ew rojnivîkên piştî salan gihîşt ber destê min. Çirok dirêj e lê bila aniha ewqas be...”

Dîsîplîneke wêjeyî heye

Ahmedê Bilokî wiha behsa wêjeya li zindanê kir:”Ez  32 salan di girtîgehê de mam. Li girtîgehan wêje di asta lûtkeyê de ye. Li ser gewzînî û dîroka wêjeyê lêhûrbûneke bêpayan heye. Pir tişt hatiye nivîsandin. Dîsîplîneke wêjeyî heye. Û di nava wê dîsîplînêde her roj asta berhemên wêjeyî bilind dibe. Di vê mijarê de nêrînek helbestî heye. Dikarim bi dilrehetî bibêjim rehên wêjeya Kurdî li girtîgehan her roj hîn bêtir xwe berdide nava dilê axê. Di nava çil salên dawî de danehêvîyek wisa hêja heye.”

Nivîsandinek pirhêlî heye

Ahmedê Bilokî di heman demê de bal bir ser mijarên nivîskar û helbestkarên li zindanan li ser dinivîsin û wiha dewam kir:”Çavkaniya esasî bûyer û qewmînên çil salên dawî ye. Hemû nivîskar di nava van çil salên dawî de tiştên hatine jiyîn ên ku li ser şanoyê, sînema, dîrok, civaknasî, mirovnasî, qûantûm, felsefe, derûnî û hwd. dinivîsînin jî pir in. Ango nivîsandinek pirhêlî heye. Lê mixabin êdî şert û merc ne rehet in.”

Astengiyên pir mezin hene

Ahmedê Bilokî li ser astengiyên li girtîgehan derdikeve pêşberî nivîskar û helbestkaran jî wiha nirxand:”Bi rastî ji bo ku mirov baş bersivê bide mijara astengiyên li girtîgehan derdikeve pêşberî nivîskar û helbestkaran, divê mirov pirtûkekê di vê mijarêde binivîsîne. Astengiyên pir mezin hene. Her roj berhem tên desteserkirin. Bihizire tu bi heft zor û heft beleyan berhema xwe diqedîne, lê di kêliyekê de tê desteserkirin. Dîsa derxistina derve pirsgirêk e. Peydakirina lênûskekê pirsgirêk e. Piştî ku ew berhemên tên nivîsand û derdikevin derve, gelek caran wenda dibin. Li dijî van hemû astengî, dijwarî û bêderfetiyan têkoşînek awarte heye. Nivîskar û helbestkarên hundur tu carî dev ji hêvî û baweriya xwe ya wêjeyê bernadin. Lewre ew dizanin wêje û çand çirûska pêşeroj û dahatûyê ye.”

Naveroka berhemên nivîsandine

Ahmedê Bilokî bal bir ser berhemên xwe û naveroka wan û wiha pê de çû:”Min di nava van salên dirêj de bi dehan berhem nivîsand. Naveroka hemû berhemên min sosyolojîya gelê Kurd e û di navenda vê sosyolojiye de jina Kurd cihê xwe digire. Mînak jiyana Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemholî, Jîna Amînî, Delîla, Sêvê, Avesta û gelek jinên din bûye mijara roman û helbestên min. Dîsa romanek min a ku ji şeş bergan pêk tê heye. Di vê romanê de min sosyolojiya civaka Kurd hûnandiye. Mirov dikare wek çîroka vê axê jî bi nav bike. Dîsa min romanên ku travma û derûniya mirovan vedibêje jî nivîsandiye. Û ez ji nivîsandinên bi vî terzî  hez dikim. Ez di romanên xwe de tenê vegotinek çîrokî esas nagirim. Dahurandinên wateyî, derûnî, zanistî jî esas digirim.”

Divê xwedîlêderketinek hebe

Ahmedê Bilokî herî dawî ji bo xwedîderketina li ked û berhemên helbestkar û nivîskarên di zindanan de wiha got:”Beriya her tiştî ez spas dikim ji bo baldarî, hewldan û xebatên te yê ji bo nivîskarên girtî. Bi rastî tu di vê mijarê de xebateke hêja dimeşîne. Tenê dixwazim vê yekê bibêjim, bila hemû kes zanibe ku berhemên li girtîgehan tên afirandin bi hêsanî nayên afirandin, ji lewre divê bi her awayî xwedîlêderketinek xurt hebe.”    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.