‘Bi pirtûkên xwe serbilind im’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 00:55

DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ

Welatiyê bi navê Xidir Mihemed Îbrahîm yê 70 salî ku ji taxa Salihiyê yê bajarê Hesekê ye, rojane berê xwe dide pirtûkxaneyeke biçûk û têkoşîna xwe ya li hember nexwendiniyê didomîne. Berê, ji ber şert û mercên siyasî û civakî nedikarî fêrê zimanê xwe bibe. 

Ev 3 sal e Îbrahîm her sibe diçe pirtûxaneya girêdayî rojnameya Ronahî ku li nêzî çerxerêya El Hemame ya li bajêr e û dema xwe di nava pirtûkan de diborîne. Ji bo wî, pirtûxane û pirtûkên di nav de, strageheke çandî û derfeteke ji bo ku hêviya xwe ya li bendê mayî bi dest bixe. Îbrahîm got: “Ev pirtûk ji bo min, bawername ne ku ez pê ser bilind im.”

Îbrahîm bi bisiklêtê xwe yê kevin diçe û tê ku bi dehan salan e di rêwîtiyên wî yên rojane de berî ku germahiya rojê zêde bibe pê re ye. Li gorî Îbrahîm, çûyîna wî ya pirtûkxaneyê mîna serdana “perestegehekê” ye ku bi rêya wê xwen û xeyala xwe ya ji bo fêrbûna xwendinê ya ku ji zarokatiyê ve derengxistiye, bi dest bixe.

Îbrahîm li gundekî mezin bû ku tu perwerde nedît, ji temenê biçûk ve dixebitî, pez xwedî dikir û li ser patozê kar dikir. Piştî refa 5’emîn dev ji dibistanê berda, bêyî ku baş fêrî zimanê erebî bibe.  Îbrahîm jî mîna her zarokekî kurd xwest ku bibe weke zarokên gundê xwe, fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe. Lewma ciwanên gund saetên ber êvarê di malekê de kom dikirin û ew fêrî zimanê kurdî dikirin. Lê ji ber şert û mercên siyasî û çewisandinê ku wê demê li dijî gelê Kurd dihate meşandin, Îbrahîm tam fêrî zimanê kurdî nebû, tenê tîp û hinek helbest ezber kirin. 

Helbestan bi dizîka dixwînin

Têkildarî wê Îbrahîm got: “Me li gund bi dizîka helbestên helbestvan Ceger Xwîn dixwendin mîna ku me sûcek kiriye. Me pirtûkên ziman kurdî ji malekê dibir maleke din, em pê dihesîn ku her tim kesek me dipa.”  Îbrahîm di ciwantiya xwe de di patozan û avakirina malên ji herî de kar dike. Lê fêrbûna zimanê zikmakî di dilê wî de hesret ma. Bi naskirina tevgera rizgariya Kurdistanê re, girêdana wî bi dozê re zêde bû, lewma destpêka salên 90`î de tev li xebatên eniyê bû.

Rejîma Baasê wî dixe hepsê

Sala 2004’an, piştî serhildana Qamişloyê, apê Îbrahîm ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin piştî ku komeke kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê derbasî çiyayên Kurdistana azad kir. Îbrahîm 9 mehan di şaxê filistînê ya girtîgehên Baasê de dimîne. Di êşkenceyê re derbas dibe ku heta niha şûnên wê li ser bendê wî hene. Piştî vê tecrubeya dijwar e, lê dev ji girîngiya têkoşîna fikrî û çandî berneda. 

Pirtûkên Kurdî bawername ne

Beriya 3 salan Îbrahîm di pirtûkxaneyekê de kar kir ku pirtûkên kurdî, erebî û rojnameya Ronahî tê de tên firotin. Îbrahîm, karê xwe di pirtûkxaneyê de mîna bidestxistina xewnekî kevin bi nav kir ku careke din fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Êdî çîrok û metelokên kurdî yên kevin dinivîse ji bo ku wan ji tunebûnê biparêze. Li gorî Îbrahîm, ew niha bi destê xwe yê ku girtina pênûsê ev demeke dirêj ji bîrkirye, dinivîse û bi zimanê xwe dixwîne, pirtûkên kurdî ji bo wî bawername ne ku pê ser bilind e.

Îbrahîm, bi armanca ku çanda Kurdan ji bo her kesî vekirî be, pirtûkan bi erzanî difiroşe. Lê ew dibîne ku kêm kes berê xwe didin xwendina pirtûkan û serdana pirtûkxaneyê dikin. Di dawiyê de got: “Zanîn, mafekî winda ye û divê em wê vegerînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.