Em dixwazin vegerin warê xwe

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:20

Welatiyên êzîdî yên ji Efrînê koçber bûne û niha li Qamişloyê dimînin, diyar kir ev çend sal e ew di rewşeke zehmet de dijîn û got ew dixwazin çareseriya siyasî û leşkerî pêk were, da ku vegerin bajarê xwe.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Efrînê Meryem Cindo der barê mijarê de got: “Şerê li Sûriyeyê êşeke mezin ji gelê Sûriyeyê re aniye. Dewleta Tirk a dagirker bi êriş û kirinên xwe yên li dijî mirovahiyê êşeke mezin bi serê gelê Efrînê de aniye. Li dijî me gelek cureyên çekan bi kar anîne.”

Meryem Cindo di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ew bi darê zorê ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, paşê ji Şehbayê jî ji ber şer koçber bûne û bi hêviya vegerê niha di rewşeke jiyanî ya zehmet de rojên xwe derbas dikin.

Meryem Cindo di dawiya gotina xwe de jî dubare bi bîr xist ku ew vegera ewle hêvî dikin û xwest di çarçoveya dan û standinên siyasî û itîfaqan de dewleta Tirk ji Efrîn û herêmên dagirkirî derkeve û Hêzên Ewlekariya Hundir li wir bi cih bibin da ku ew bikarin vegerin warê xwe.

Welatiyê koçber ê bi navê Hisên Yûsif da zanîn ku rewşa wan a jiyanî gelekî dijwar e û ev tişt anî ziman: “Şêniyên Efrînê berxwedana xwe didomînin. Çi li hundirê bajar û çi li herêmên koçî wan kirine. Ew her dem ji bo vegerêli  ber xwe didin.”

ANHA/QAMIŞLO/RÊNAS REMO – ROHAT XELEF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.