
Di 9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Navnetewî ku li Qamişlo berdewama dike de, pirtûkên li ser komkujiya dijî Elewiyên herêma Beravê ya Suriyeyê hatine nivîsandin jî cih digirin.
Pirtûka bi navê “Min Heta Mirinê Ji Wan Hez Kir” bûyerek balkêş a di dema komkujiya ku di destpêka Adara 2025’an li herêma Beravê (Sahil) a Suriyeyê ji aliyê komên çeteyan ve hatibû pêkanîn, vedibêje.
Pirtûka ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamya ve hatiye amadekirin û li Weşaxaneya Şilêr hatiye çapkirin. Pirtûka ji aliyê nivîskar Diyaa Îskender ê ji bajarê Laziqiyê ve hatiye nivîsandin, rûbirûbûna endamekî komên çete ya bi rastiya wî re vedibêje.
Li gorî pirtûkê li gundewarên Helebê (navê gund nehatiye nivîsandin), malbatek Sunne ji ber êrişên navbera 2013-14’an de koçî gundekî Elewiyan ê li herêma Beravê kiriye û 4 salan li wir maye. Malbat piştî rewşa herêmê kêmek aram bûye dîsa vegeriya ye gundê xwe. Di vê navberê de hinekê jî bi bandora rewşa nebaş a aborî, ciwanek ji malbatê tevlî komek çeteyan bûye.
Ji bûyereke rast îlham wergirtiye
Wexta ku komên çeteyan di destpêka Adara 2025’an de li herêma Beravê komkujiya Elewiyan pêk anîn, ev ciwan jî di nava koma çeteyan de cîh digire. Dema ev kom diçe gundewarên Elewiyan, Ciwan bi rastiya xwe re rû bi rû tê. Nexasim ew gund, gundê ku malbata wî xwe spartibûyê ye. Berpirsên çeteyan ji vî ciwanî dixwazin ku şêniyên gund bikuje. Ciwan li xwe vedigere, ji wî hatiye xwestin ku kesên nan û av dane wan qetil bike. Lê ew ne diziyê dike, ne jî tu kesî dikuje, bi awayekî bê seruber derdorê gulebaran dike. Serçeteyên komê jî, jê re dibêjin “Tu xayanî” û wî dikuje.
Nivîskar Diyaa Îskender diyar kir ku ew ji bûyerê derketiye rê û navekî wiha li pirtûkê kiriye. Diyaa Îskender sala 1957’an li bajarê Laziqiyê jidayik bûye. Li Zanîngeha Şamê beşa mafnasiyê qedaniye. Niha li saziyek ragihandinê kar dike, 4 pirtûkên kurteçîrokan û pirtûkek helbestan nivîsandine, her wiha gelek gotarên siyasî nivîsandine.
ANHA/QAMIŞLO











