Ti rewatiya biryarê tine ye

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:10

Bi biryarnameya hejmar 188’an di 5’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê Ehmed El- Şeraa ve hatî derxistin, rojên bîranîn û navbera fermî ya li Sûriyeyê ji nû ve hatin sererastkirin. Di biryarnameyê de Roja Şehîdan (6’ê Gulanê), Roja Şerê Cotmehê, Roja Jinên Cîhanê û cejna Newrozê li gel rojên din ên netewî ji lîsteyê hatin derxistin. Hikûmet vê gavê bi awayê ‘li gorî dema nû, rojên fermî nû sererast dikin’ hincet jê re çêkir.  

Biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya rakirina Roja Şehîdan a ji lîsteya fermî ya welat, ji beşên cûda yên civaka Sûriyeyê ve bi hêrsek mezin hat pêşwazîkirin. Dayîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zarok û hevjînên xwe di şer de winda kirine, vê biryarê wek ‘heqerata li beramberî xwîna bi hezaran şervanên ku ji bo xak, azadî û rûmeta xwe canê xwe feda dikin e’ nirxandin. Roja Şehîdan ji 1916’an heta niha, sembola berxwedana gelê Sûriyeyê ya li dijî zext û dagirkeriyê û têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ye.

Ev welat li ser xwîna şehîdan ava bû

Ji bajarê Qamişlo Delal Bedur ku hevjîn û zarokê wê di şer de wenda kiriye, wiha got:“Ji bo xak, rumet û azadiyê me hebûnên xwe yên herî bi nirx feda kir. Em îro li vir in û dibêjin em nahêlin kes Roja Şehîdan ji dilê me derxe. Ev roj cejna me û hemû kesên ku ji azadiyê bawer dikin e.” Delal Bedur da zanîn ku Roja Şehîdan ne tenê roje netewî ye, sembola jiyanek ku ji êşê ava bûye, dayîkan şîna xwe vegerandiye biryardariyê ye û wiha got:“Xwîna wan, riya azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî kir. Rakirina roja şehîdan, tê wateya jêbirina fedekartiyê. Ev kîjan biryara siyasî be, nayê qebûlkirin. Dayîkên şehîdan hê dilsozên nirxên şoreşê ne. Emê meclîs û saziyên ku bi xwîna şehîdan hatî avakirin biparêzin. Emê li pêşiya her hewldanên ku destkeftiyên şoreşê dike hedef bisekinin. Xwîna şehîdan bingehê Rêveberiya Xweser ava kir. Ev emanet heta serkeftinê li ser milê me ye.” Delal Bedur bal kişand ser êrîşên medyayê yên li hemberî herêmê û got:“Sûriyeya ku em xeyalê wê dikin, Sûriyeyek azad, wekhev û bi rûmet e. Ev welat bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, ne bi jibîrkirina wan. Dayîkên şehîdan, wê bûyîna wîjdana gelê Sûriyeyê bidomîne, wê bi bîr bixe ku azadî ne tê kirîn ne jî tê betalkirin. Dibe ku li ser kaxezê dikarin roja şehîdan rakin, lê belê ji dilan nikarin  bibin. Ji ber roja şehîdan ne rojek salnemeyê ye, nebzek ku di demarê me de lê dide û hişek ku tu caran namire ye.”

NÛJINHA/ASMA MUHAMMMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.