Gencîneya Suryanî li pêşangeha pirtûkan e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Cotmeh 2025 - 00:52

Komeleya Çanda Suryanî di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn de bi komeke pirtûk û destnivîsên kêmpeyda yên ku vedigerin bi sedan salên berê, beşdar bûye.

Ev gencîne, ji aliyê lêkolerê karûbarên gelên resen Hena Somî û hevjîna wî Gohar Xacadoryan ve ji windabûnê hatine parastin.

Ev belge ji nav komkujî û êrişên li dijî gelê Ermen derketine. Hinek ji wan ên dêra Ermenî ne û ji berî bi sedan salan bi destan hatine nivîsandin.

Di baskê pirtûkên Suryanî yê pêşangehê de, pirtûkên li ser çîrokên xelasiya malbatên Ermen ji qirkirina komî ya Osmaniyan a 1915'an, hene. Ev pirtûk ji bo zimanê Erebî jî hatine wergerandin.

Pirrengiya çandî û zimanî

Hena Somî got armanca beşdariya wan di pêşangehê de pêşxistina ziman û çanda Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser hişt ku saziyên çandî û hunerî yên Ermenan bi pêş bikevin, dibistan û peymangeh ji bo fêrkirina zimanê Ermenî werin avakirin. Somî diyar kir ku komeleya wan îsal bi 200 pirtûkên bi zimanê Ermenî, 200 pirtûkên bi zimanên din û 75 pirtûkên nû ku ji bo cara yekemîn tên pêşandan, beşdar bûye. Somî kêfxweşiya xwe bi pirrengiya çandî û zimanî ya di pêşangehê de anî ziman û got: "Pirrengiya çandî û zimanî mozaîka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî fikrê tundraw û radîkal vedibêje."

Ji nav pirtûkan jî pirtûkên li ser destan û efsaneyên Ermenî, jiyannameyên afirîner û wêjevanan, folklor, çand û huner, siyaset, aborî û civakê hene. Somî got ku herî zêde pirtûkên bi alfabeya Ermenî û yên li ser qirkirina komî ya ku Osmaniyan di 1915'an de li dijî Ermenan pêk aniye, bala serlêderên pêşangehê dikişînin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.