Nefret aştiya civakî têk dibe

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:35

Rewşenbîrên li Girkê Legê destnîşan kir ku zêdebûna gotinên nefretê û kîndariyê bûye sedema tirsê û bandorê li aramiya civakî û têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda de dike. Rewşenbîran got divê naverokên medyayê bên kontrolkirin û diyaloga navxweyî were xurtkirin.

Rewşenbîrên li bajarê Girkê Legê der barê xetereyên zêdebûna gotinên nefretê û kîndariyê yên li ser platformên medyaya dijîtal û yên çepemeniyê, hişyarî dan, ji ber ku ew tevna civakî dixin xetereyê û derfetên pêkanîna aştiyê têk dibin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Şemsedîn Nesredîn destnîşan kir ku "zêdebûna gotinên nefretê bêbaweriyê di navbera pêkhateyan de gur dike, derfetên ji bo jiyana hevbeş kêm dike û jîngeheke aloz diafirîne.

Şemsedîn Nesredîn got: "Rêya herî rastîn a derketina ji vê rewşa aloziyê, xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ye, bi rêya diyalogê baweriyê vedigerîne û rê li ber çareseriyên ku ji hundirê civakê bi xwe hatine çêkirin vedike."

Endamê yekitiyê Bengîn Adem da zanîn pêşîgirtina gotinên nefretê tenê bi rakirina naveroka êrişkar û xerab bi dawî nabe, lê belê bi peydakirina gotar û nêrîneke alternatîf pêk tê, ku hişmendiyê û ramana rexnegir pêş bixe. Bengîn Adem got: "Siberoja Sûriyeyê dê li ser nakokî yan jî dûrxistinê neyê avakirin, lê li ser diyalog û hevdîtinê tê avakirin."

Endamê yekitiyê Şewket Muslim jî destnîşan kir ku weşana serhêl hişt ku agahiyên derew û naveroka êrişkar û xerab belav bibe, ev jî bû sedema nakokî û parçebûnê di navbera sûriyeyiyan de. Şewket Muslim hişyarî da ku saziyên medyayê îro ketine pêşberî ezmûneke dijwar, ji ber ku erka wan êdî ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê niha parastina raya giştî ji nûçeyên derew û naveroka kîndar jî erka wan e.

ANHA/QAMIŞLO/ROHAT XELEF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.