
Navenda Fereh a Xwebexş a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê yekemîn navenda alîkariya derûnî ya zarokên nexweşiya penceşêrê ye, nexasim ku pêwîstiya zarokên vê nexweşiyê, li kêleka çavdêriya tenduristî, bi çavdêriya derûnî û manewî heye.
Navend di hefteyê de rûniştinekê li dar dixe û tê de çalakiyên lîstikan û rûniştinên alîkariya derûnî û hişyarî bi zarokan re li dar dixe. Rêvebera navendê Lîna Mîrza da zanîn ku armanc ji navendê ew e ku jîngeheke ewle ji zarokan re were avakirin ku bikarin zexta ji ber tedawiyê kêm bikin û tîma navendê jî ev erk avêtiye ser milê xwe û bi awayekî xwebexş alîkariyê pêşkêş dikin. Mekanîzmaya ku navend pê dixebite wiha ye ku rewşa zarokan berî û piştî beşdariya di çalakiyan de tê nirxandin û li gorî wê pêşketineke mezin di dan û standina zarokan û derûniya wan de hat dîtin. Ev jî bû sedem ku şênî zarokên xwe bişînin navendê. Der barê zehmetiyan de, Lîna Mîrza got tunebûna çavkaniyekê ku piştgiriya aborî bide, yek ji zehmetiyên sereke ye, ji ber ku navend xwe dispêre alîkariyên welatiyan. Lîna Mîrza bang li rêxistin û saziyên mirovî kir ku destekê bidin navendê nexasim ku encamên erênî ji xebatên wê hatine girtin.
ANHA/KÎNAN EL SEYÎD















