
- Hin çalakî û karên hunerî hene ku pênaseya hunerê careke din bi me didin fikirandin. Xebatên bi vî rengî awayên dîtinê yên li ser hunerê bi rexneyên di cih de û bi derb diguherînin. Topên berfê yên Hammons jî yek ji wan çalakiyan e ku bala me dibe ser qîmet û maneya hunerê.
ARDÎN DÎREN / AMED
Tiştê ku tiştekî bi qîmet dike çi ye û kî li ser vê yekê biryar dide? Ev pirs di navenda karên hunermendê Emerîkî David Hammons de ye, ku bi taybetî bi xebatên xwe yên li New York û Los Angelesê di salên 1970 û 80’an de tê naskirin.
Yek ji karên wî yên herî navdar Bliz-aard Ball Sale (1983) e. Hammons di vê xebata xwe de li Meydana Cooper a New Yorkê, bi firoşkarên kolanê re li hev kir û topên berfê difirot. Wî li ser peyarê xalîçeyek piçûk raxist, topên berfê yên bi awayekî gilover û xweşik hatibûn kemilandin li gorî mezinahiyê rêz kir û her yek ji wan bi yek dolarî firot.
Gava topên berfê hêdî hêdî dihelîn, ev enstalasyon balê dikişand ser demîtiyê û ji ziyaretvanên tezgahê dixwest ku careke din bifikirin ka tiştê ku tiştekî bi qîmet dike çi ye. Bi firotina tiştekî ku dê nemîne û bi bihayekî yek dolarî ji bo her mezinahiyê topên berfê, Hammons bi zîrekî çanda xerckirinê û bazara hunerê ya wê demê rexne dikir.
Bandora xerîb lê mayînde
Di sibeheke roja Yekşemê ya meha Sibatê de, wênegir Dawoud Bey performansa sade ya Hammons û têkiliyên wî bi rêwiyên meraqdar re belge kir. Tiştê ecêb ew bû ku çend kesan ji bo topê berfê yek dolar da û hin koleksiyoneran hewl dan ku wan biparêzin; ev yek bandora xerîb lê mayînde ya karê demkî nîşan dida. Hammons bi dehan salan e ku bi materyalên rojane û tiştên ku dibîne karên hunerî diafirîne ku li Amerîkayê pergala qîmet, hêz û nijadê dixin ber rexneyê. Karên wî bi gelemperî şeng û bi awayekî bi mebest nezelal in û mirovan vedixwînin ku bifikirin huner çi ye, li ku derê ye û bi rastî ji bo kê ye.
Hunermendê navdar ê Emerîkî yê reş David Hammons, bi kariyera xwe ya radîkal a ku çanda serdest û çanda xwe di çandeke nû ya sedsala 21’an de dinirxîne, kategoriyan ji holê radike.
Pergala heyî wêran dike
"The Melt Goes On Forever" çîroka karîyera yekta ya hunermendê reş ê Emerîkî David Hammons vedibêje; ji serdema serhildana Watts a salên 1960’an heta girîngiya wî ya di cîhana hunerê ya cîhanî ya îroyîn de. Pratîka Hammons a ku kategoriyan dişkîne – ku li ser rexneyeke kûr a civaka Emerîkî û cîhana hunerê ya elît ava bûye – li gorî gotina rexnekarekî hunerê, wekî "daweta rûbirûbûna bi şikestinên di navbera nijadan de" ye, ji ber ku hunermend dixwaze ji çanda serdest û çanda xwe derbas bibe û ji bo sedsala 21’an li çandeke nû digere.
Belgefîlm hunermendên pêşeng, kûrator û rexnegirên hunerê, arşîvên dewlemend, animasyon û sêwirandina dengî ya bandorker tîne gel hev û qeyda xebatên hunermendekî ye ku bi domdarî li dijî pergala heyî derdikeve û her carê wêran dike.







