Heval Azadî wê timî ji me re rêzan be

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:47

Gaziyên jin têkildarî jiyan, têkoşîn û kesayeta pêşeng û rêvebera xwe şehîd Azadî Helebçe nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziyên jin di destpêka axaftina xwe de di şexsê Azadî Helebçe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û gotin:“Ew bi xwe jî di çavên xwe de birîndar bû û yek ji hevala me ya gaziya şer bû. Lê qet rojekê jî ev birîndariya xwe li pêşiya xwe nekir astengî. Xwe ji kar û xebatan bêpar nehişt. Rêvebera me Azadî Helebçe  ji bajarê navdar Efrînê bû. Her bi wê çanda xwezayî ya herêma Efrînê mezin bibû. Gelek taybetmendiyên xwe yên xwezayî ji wir girtibûn û kesayeta xwe bi wan hûnandibû.”

Gaziyên jin diyar kirin ku şehîd Azadî xwedî dilekî mîna deryayekê bû û ev anîn ziman, “Her kes di nava dilê xwe de bi cih dikir. Hurmet û hezkirina xwe bi wan re parve dikir. Nexasim jî pir ji zarokan hez dikir û digot, ‘Li vê cîhanê yên herî bêguneh zarok in. Yên herî zêde zerarê ji destê mezinan dibînin jî zarok in. Ji ber vê pêwîst e, em zarokan biparêzin. Ji wan re paşerojeke wekhev û azad çêbikin da ku neyên kuştin û kolekirin.’ Hevrê û çelenga me Azadî ji bo jinan jî di rojnivîsa xwe de gotiye, ‘Ez pir ji peyva azadî hez dikim. Ji ber vê min navê xwe kiriye Azadî. Ez ê ji bo hemû dayik û jinan têkoşîna azadiyê pêş bixim. Jin gelekî hêjayî wekhevî û azadiyê ne.”

Gaziyan bal kişandin ku şehîd Azadî di destpêka her nivîseke xwe de li beramberî Rêber Apo rexnedayîna xwe daye û gotin:’’Fermandar û serkêş Azadî Helebçe di xwezaya xwe de pir bêdeng bû, lê di hundirê xwe de weke volqaneke tijî fikir, hest û zanebûn bû. Hevrê Azadî di rojnivîsên xwe de jî pir qala xwişka xwe ya her jêre weke dayikê bû dike. Her bi hêvî bûye ku wê rojekê bibîne. Lê dema nameya xwişka xwe digire û fêr dibe ku tevî malbata xwe çûye Amerîkayê gelekî hêrs dibe û navê xiyaneta li welat li wê çûnê dike. Dibêje, “Çawa ji welat reviyaye û çûye navenda pergala sermayedar?’ Fermandar Azadî pir ji welat û nexasim jî ji çiyayên Kurdistanê gelekî hez dikir. Tevî çavekî wê nedidît û yê din jî qels bû her pêşniyara çûna çiyayan dikir. Hevala Azadî jiyana li çiyayan weke gihiştina azadiyê bi nav dikir û dinirxand. Bi her awayî em ê layiqî şehîd Azadî û keda wê bin. Wê timî ji me re rêzan û ronahî be. Em ê hêvî, armanc û xeyalên pêşenga xwe heval Azadî pêk bînin û bi serketinê tacîdar bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.