
- Kaniya çand û hunera Kurdan dengbêjî ye, di dengbêjiyê de hemû aliyên civakê cihê xwe digrin. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê aniye ziman. Yek ji wan dengbêjên ku dengê wê qet jibîr nabe jî Fatma Îsa ye.
Di civaka kurd de dengbêjî di heman demê de vegotina dîrok, bûyer û serpêhatiyan e. Lê di nav dengbêjên kurd de hin ji wan hene ku bi sewt û awazên xwe giyan dane kilaman. Yek ji wan dengbêjan jî Fatma Îsa ye ku bi sewta xwe ya zîz, bi tîpên zêrîn navê xwe li rûpelên çand, huner û folklora kurdî nivîsî ye.
Fatma Îsa di sala 1934 ‘an da li Ermenistanê li gundê Erezdeyanê ji dayik bûye. Ev gund nêzî Êrîvanê ye. Navê bavê wê Îsa ye, navê diya wê jî Başa Lelo ye. Ew ji eşîra Brûkîyan ji binemala Qerka ne.
Malbata Fatma Îsa hîn di sê salîya wê da bi nefîkirina Stalîn ya 1937an rûbirû dimîne. Zaroktîya wê gelek dijwar derbas dibe. Di pênc salîya wê da şerê cîhanê yê duyemîn dest pê dike. Fatma Îsa di şeş salîya xwe da bavê xwe û du sal bi şûn da jî diya xwe wenda dike û bê dê û bav dimîne. Ew bi xwîşka xwe Gurçek (Rindê) re li ber destê apê xwe Mehmedê Ûsivê Elo mezin dibe. Di sala 1943an de apê wê ji Erezdeyanê mala xwe bar dike û li gundê Hemzelûyê (Marmaraşên) ku li navçeya Masîsê ye bi cih dibe. Fatma Îsa jî li Hemzelûyê dest bi xwendina dibistanê dike. Lê belê xwendina xwe naqedîne. Di sala 1959an da Fatma Îsa tevî malbata xwe dîsa bar dikin.
Ji eşîra Celaliyan e
Fatma Îsa di sala 1947’an de di 14 salîya xwe da bi kurê Xalê xwe Hemzê Sincê Bava ra tê zewicandin. Mala xalê wê ji eşîra celalîyan e. Xesûya wê Xatûna Mehmedê Eto jê ra gelek baş e û jê hez dike, lê zarokên wê çê nabin. Di nava civata kurdan da edetek heye Ku zarok ji jinekê re çê nebe divê destûra zewaca mêrê xwe bide. Fatma Îsa jî nikare li hember vê kevneşopîyê bisekine û destûra zewaca mêrê xwe dide. Şeş zarokên mêrê wê ji jina duyem çê dibin ku çar qîz û du kur in. Li gor çavkanîyan Fatma Îsa wekî zarokên xwe ji wan hez kirîye û zarokan jî wekî dêya xwe ya heq jê hez kirine û heta mirina wê.
Piştî hilweşîna Sovyetê di salên 1990î da rewşa aborî, sîyasî û civakî ya herêmên Kafkasyayê xerab bû. Ji ber vê yekê jî kurdên misilman û êzîdî ji Ermenistanê û Gurcistanê derketin çûn cihên wekî Rûsya, Ukrayna, Qazaxistan û welatên Ewropayê. Malbata Fatma Îsa jî tevî mirovên xwe yên ji êla birûkan û celalîyan di sala 1989an da koçber bûn, çûn Rûsyayê. Ew li herêma Krasnodarê, li navçeya Korênovskê, li bajarokê Platnîrovskê bi cih bûn.
Dengbêjiya Fatma Îsa
Wekî gelek dengbêjan meyla Fatima Îsayê ji zaroktîyê da, li ser dengbêjîyê hebû. Her tim bala xwe dida dengbêjan rêbazê wan. Dema ku zarokên gundî digihîştin hev govend digirtin û distran. Fatma Îsa ji wê demê da qabilîyeta xwe ya di vî warî da nîşan dida. Ew bi dengê xwe yê zîz û zelal ji teva cuda dibû. Bîra wê jî gelekî baş bû. Wê bi yek guhdarîkirinekê stran ji ber dikirin. Her dem gava di gund da dewatek dibû, ew di nava koma qîz û bûka da bû. Wan li odeyeka cuda distran û direqisîn. Fatma Îsa stranên xwe yên pêşîn li şahîyan, li civînên qîz û xortan fêr bû.
Xebatkarên Radyoya Erîvanê bi rêya Kinyazê Îbrahîmî xwe digihînin Fatma Îsayê Li gundê Nêcirlûya Jêrîn de. Di bihara sala 1964′ an rojekê berpirsyarê radyoya kurdî ya Êrîvanê Xelîlê Çaçan Mûradov tê dibe mêvanê Mehmedê Silo yê berpirsê malhebûna (kolxoz) gund. Bi pêşnîyaza tîyê wê gazî Fatma Îsayê dikin ku li dengê wê guhdarî bikin. Xelîlê Çaçan li mala Mehmedê Siloyî cara pêşîn bi Fatma Îsa û dengê wê dihese.
Xelîlê Çaçan hema wê çaxê pêşnîyaz dike ku ew di radyoyê da bibêje. Wan salan di radyoyê da êdî stranên Sûsîka Simo û Belga Qadoyê, paşê jî dengê Zadîna Şekir, Tukasa Xemoyê û yên din hebûn. Lê heta wê rojê qet jinek ji kurdên misilman li radyoyê nestirabû Ji bo ku Fatma Îsa di radyoyê da bêje destûrê ji mêrê wê dixwazin. Gava Fatma Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê bi her kesî xweş tê. Xebatkarên radyoyê xasma ji strana wê ya Miho ra hişmetkar dimînin. Şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dide ku dengê Fatma Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatma Îsa tên tomarkirin. Fatma piranî bibstrana xwe ya De Miho tê naskirin.
Xelîlê Evdile jî ji bo van stranan li bilûrê dixe û miqama stranan digire. Fatma Îsa gelek stranên din jî dizanibû lê careka din neçû li radyoyê nestra û kilamên nû qeyd nekirin. Îro di arşîva Radyoya Erîvanê da tenê pênc stranên wê yên navborî hene. Pisporên zargotina kurdî Celîlê Celîl, Nûra Cewarî û Tosinê Reşîd ji ser zarê wê gelek kilam, meqam û teqalîdên kurdewarî qeyd kirine.
Stranên Fatma Îsa:
Erê Miho) Lo Lo Miho)
Êrê Dînê) Dîna min)
Li Ser Riya Bajêr )Şêro Dîno Lawendo)
Lo Lo Gede
Her Deme Deme
NAVENDA NÛÇEYAN







