Li gundê Sînemoke yê Binarê Qendîlê, ku her tim navendeke têkoşîn û berxwedanê bûye, çîroka jinekê ku sînorên nexwendinê derbas dike û dibe mînaka îrade û xizmetkariyê.
Jina bi navê Kelsûm Îsmaîl baweriya gundiyan bi dest dixe û wekî endama nû ya meclisa gund tê hilbijartin da ku pirsgirêkên wan çareser bike û hewl bide çareseriyekê ji pirsgirêkên gund re bibîne. Bi zimanekî sade û bi dilekî tijî biryardarî, ew qala destpêka erkê xwe dike. Ew qebûl dike ku nexwendina wê di destpêkê de hişt ku ew ji qebûlkirina vî erkî dudil be. Lê piştgiriya jinên gund û hevalên wê, cesaretê dide wê ku baweriya xwe bi şiyanên xwe bîne û got:“Ji min re gotin ku xwendin û nivîsandin ne şert e. Ev wê gava wê ya yekem be ji bo şikandina çanda ku civakê bi salane li ser jinan ferz kiriye.” Kelsûm Îsmaîl xwe wek xizmetkara xelkê gundê xwe dibîne. Ew çi ji destê wê tê ji bo gundê xwe dike. Ew dibêje, karê yekem yê Kelsûm ewe ku pirsgirêkên kombûyî yên gundê xwe vebêje. Ew behsa nebûna xizmetgûzariyên bingehîn ên wekî elektrîk, ava paqij û rêyên têrker dike, di heman demê de hêviyek pir kêm ji hikûmetê heye û got:“Hûn dizanin ku hikûmeta me li gor tê xwestin nîne. Em ji bo pêkanîna daxwazên me li benda piştgiriya hevalan (gerîla)’in. Ev yek nîşan dide ku gerîla li herêmê gelek caran rolên îdarî û xizmetgûzariyê dileyîzin.” Kalsum Îsmaîl wekî şahidek li ser statuya pêşketî ya jinan ya li deverê daxive. Ew pê serbilinde ku di nav gerîla de, ew pê keyfxweşe ku jin her gav serkeftî û pêşketî bin û wan ji mêran bêhtir girîngî dane jinan.
Ew bi îroniyeke tal gotinên bavê xwe bibîr tîne ku digot “Perwerde ne ji bo keçane.” Lê li şûna ku ev gotina bavê wê, Kelsûmê bêhêvî û lewaz bike, ew hesreta wê ya ji xwendinê re, ew veguherandiye motîvasyonek bihêz ji bo ku zarokên wê û zarokên gundê wê ji perwerdeyê bêpar nemînin.”
Kelsûm Îsmaîl têkildarî girîngî û qîmeta perwerdeyê got:’’Zarokên me wê ne mîna me bin û dê bi kêfxweşî bixwînin. Ji ber vê yekê, daxwaz û banga min ya sereke ji hikûmetê ewe ku dibistanek li gundê Sînemoke were vekirin da ku malbat êdî neçar nebin di zivistanê de gund biterikînin û zarokên wan ji xwendinê dereng nemînin.” Kelsum Îsmaîl bi çîroka xwe îspat dike ku pêşengî û xizmet ne hewceyî bawernameyekê ye, hewceyî dilsozî, îradeyek ji pola û baweriya bi guhertinê ye.
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL