Komîn rêxistinbûna xwe xurt dikin
Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 16:00
- Bi biryarnameya Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn li gor Hevpeymana Civakî ji nû de tên birêxistinkirin. Jinan gotin komîn xebatên xwe li ser sîstema hevserokatiyê dimeşîne.
Di çarçoveya aktîvkirina bendên Hevpeymana Civakî û Qanûna Birêxistinkirina Erkên Meclîsan a hejmar 13’an de di 28’ê Hezîranê de, Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê ji nû ve birêxistinkirina komînan û aktîvkirina kar û xebatên wan de biryarnameyên girîng da.
Di biryarnameyê de hatiye gotin ku divê xebatên komîn û Meclîsan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstemek civakî baş pêk were, xebatek berfireh bê meşandin. Li gor biryarnameyê, rojên pêncşemê ji bo paqijiyê û rojên şemiyan jî ji bo tevlîbûna xebatên komînan hatine destnîşankirin. Li kantona Cizîrê 2 hezar û 69 komîn ji nû ve dê bên birêxistinkirin. Bi armanca pêkanîna biryara Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser, li komînên bajarê Hesekê hemû Endam û rêveberên saziyan li komîna xwe dest bi aktîvkirina komîteyên komînan dikin.
Têkildarî mijarê, endamên komîna Şehîd Salar a bajarê Hesekê axivîn û tekez kirin ku Komîn yek ji destkeftiyên pîroz yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, aktîvkirina wê erka her ferdek e.
Endama Komîna Şehîd Salar Beyan Ebdo ku di nexweşxaneya tenduristî cih digre, di komîteya tenduristî ya komîna xwe de cih girt û wiha anî ziman: “Em ê her roja şemiyê di komîna xwe de kar û xebat bimeşînin, lê em her kêlî û dem endamên komîna xwe ne û çi were xwestin erka me ye ku em pêk bînin û komîna xwe bi rengekî saxlem bimeşînin. Min cihê xwe di nexweşxaneya tenduristiyê de girtiye û di komîna xwe de, komîteya tenduristî ya komîna xwe me. Çi pêwîstî be ji bo civakê em amade ne. Çawa ku di civaka xwezayî de civak bi rengê klan xwe birêve dibir, îro em ê jî bi riya komînan civaka xwe bimeşînin. Piştî aktîvkirina hemû komîteyên komînê em ê di rojê de setekê dest bi xwendina pirtûka Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk bikin. Gerek em çareseriya hemû pirsgirêkan ji pirtûkên Rêber Apo bigrin.”
Megl Casim diyar kir ku komîn xebatên xwe li ser sîstema hevserokatiyê dimeşîne û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di komînan de sîstema hevserokatiyê tê meşandin. Ev sîstem di her cihî de kar û xebatê bi rengekî serkeftî meşandiye. Bi xurtkirina vê sîstemê em ê komîteyên xwe ava bikin û bi yek rihî em ê komînên xwe aktîv bikin da ku em bighên civakek saxlem dûrî feraseta baviksalarî ku her kesî kiriye koleyê xwe. Di komînan de hezkirin, hevgirtin û alîkarî bipêş dikeve, civak vedigere rastiya xwe.” NÛJINHA/HESEKÊ/RONÎDA HACÎ