Ji bo serkeftinê divê Ocalan azad be

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:35

Xidir Hesen, kesayetiyekî naskirî û girîng yê Binarê Qendîlê û Pêşmergeyekî dêrîne ku di sala 1984’an de bû Pêşmerge û di serhildana 1991’an de di dema rizgarkirina Çarqurne de lingê xwe winda kir. Di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê, balê dikişîne ser pêvajoya çareseriyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kiriye û bandorên vê pêvajoyê dinirxîne. Derbarê niyeta dewleta Tirkiyê di pêvajoya aştiyê de, Xidir Hesen got:“Pêvajoya aştiyê tiştekî xweşe, lê heta çi astê rastî tê de heye? Erdogan çawa dikare bêje ku me pêncî salan li dijî terorîzmê şer kiriye? Ango, ew Kurdan wek terorîst dibîne. Paşê dibêje em bi awayekî siyasî li dijî terorê şer dikin. Lewra ev her du gotinên Erdogan nîşan didin ku niyeta wî baş nîne. Bi ya min çareseriya herî baş ewe ku hûn bi welatê ku hûn lê dijîn re diyalogê bikin. Lê gelo Tirk di vê pêvajoyê de bi rastî jî rastgo ye? An jî taktîkeke? Ji ber ku Tirkan bi sedan komployên wiha li dijî Kurdan pêk anîne û mixabin Kurdan ziyan dîtine.”

Cîhan bi hêza Ocalan şaş maye

Pêşmergeyên dêrîn rola Rêber APO bilind nirxandin û got:“Birêz Ocalan rêberekî Kurd yê navdare û ne tenê Kurd lêbelê cîhan matmayî ma ku ew karibû pêvajoya aştiyê jinûve bide destpêkirin. Berê, Erdogan û hikûmeta wî, navê Rêber Ocalan nedigotin, lê niha Erdogan bi xwe dibêje ku gavên Ocalan davêje hêja û başin. Lê di heman demê de, hin daxuyaniyên Erdogan û dewleta Tirkiyê diltezînin û mirov hîs dike ku ew ji aştiyê bêhtir li komployê digerin.” Di dewamê de têkildarî gavên ku dewleta Tirk di çarçoveya pêvajoyê de pêwîste bavêje wiha got:“Dewleta Tirk, eger dixwaze pêvajoya aştiyê pêk bîne, divê Serok Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berde. Dema ku gerîla çekên xwe şewitandin, wan nîşanî hemû cîhanê da ku Kurd aştîxwazin. Kurdan her tim nefret li çekan kirine. Lê dijmin û dagirkeran em neçar kirin ku dest bidin çekan.”

Yekîtîya Kurdan şertê bingehîn e

Derbarê yekîtiya netewî ya Kurdan de jî Pêşmergeyê dêrin wiha got:“Erkê her Kurdekî wekî takekesî, rêxistin û partî ewe ku di vê pêvajoyê de rola xwe bileyîze û alîkarê serkeftina pêvajoyê be. Ez tînim bîra we ku Tirkan li Kûrtek, Behdînan û Rojava çend mirovên bêguneh qetilkirin. Ji bo dewleta Tirk ferqa jin, zarok, sivîl û yên şer dikin nake, hemû ji bo dewletê yekin. Ji ber vê yekê, erkê her kesî ye ku di vê pêvajoyê de hevkariyê bikin. Mixabin, hinek partiyên Kurd hene, her yek ji wan girêdayî dagirkerekê ye. Ev yek jî rê li ber lidarxistina kongreya netewî digire.”

Aştî vegeriyaye herêmê

Di dawiyê de Pêşmergeyê dêrîn Xidir Hesen bal kişand ser bandorên erênî yên agirbest û pêvajoya aştiyê li ser jiyana mirovan û got:“Berî vê pêvajoyê, li Binarê Qendîlê û heta li tevahiya Behdînanê jîyan tune bû. Dewleta Tirk sivîl û rez, bax û milkên wan bombebaran dikir,  heta geştiyarên Ereb yên li seyrangehan jî bombebaran kirin. Lê niha rewş arame û xelk kêfxweşin. Sînor aram bûne û ev hemû atmosfereke dilxweşkere.”

ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.