Li Bocholtê dersên Kurdî

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:22

Di encama hewldanên zêdeyî du salan ên Komeleya Bocholt e.V. ya Çanda Mezopotamya ya Navneteweyî ku înîsiyatîfeke welî ya Bocholt a Elmanyayê (Internationaler Mesopotamischer Kulturverein) de, Kurmancî wê êdî li dibistanan were fêrkirin.

Internationaler Mesopotamischer Kulturverein ragihand ku li dibistanên dewletê yên li Bocholtê wê zimanê Kurdî (Kurmancî) were fêrkirin û diyar kir ku Midûriyeta Perwerdeyê ya Bocholt ji bo sala perwerdeyê ya li pêşiya me, ji bo dersa Kurdî mamosteyek veqetandiye. Rêveberiya komeleyê ragihand ku dersên Kurdî yên li Bocholtê, wê ji aliyê mamosteya xwedî tecrube Zîn Hisso ya ji Essenê hatî ve bên dayîn û ragihand ku ders wê di sala perwerdeyê ya 2025/2026’an de piştî betlaneya havînê destpê bikin. Mamostaya zimanê Kurdî Zîn Hisso ji Amedê ye û dayika zarokekê ye. Zîn Hisso di sala 2019’an de li Elmanyayê bi cih bû, piştî perwerdeya sosyolojiyê li qada çand û zimanê Kurdî lîsansa xwe ya bilind temam kir. Niha Zîn Hisso li bajarên Bocholt, Senden, Gelsenkirchen û Recklinghausen li dibistanên fermî weke mamosteya Kurdî dest bi xebatê kir. Zîn Hisso ji bo girîngiya zimanê Kurdî ev tişt got:“Ji ber ku Kurdî zimanê min ê dayikê ye, ji bo şêwegirtina nasnameya min xwedî rolek pir girîng e. Her wiha zimanê Kurdî ji bo min tenê amûreke bilêvkirinê na, bingehê çand, dîrok û civaka me ye. Di navbera welatê min û gelê min de, girêdanekê çêdike. Ji ber ku li welatê min qedexe ye, Kurdî ji bo min bûye sembola serketin û berxwedanê ya gelê Kurd. Li cîhanê zimanekî din ê ku evqas di bin zext û zilmê de pêş dikeve, nîne.”

Banga ji bo malbatan

Zîn Hisso bang li dayik û bavên Kurd kir ku ji bo zarokên wan perwerdeya Kurdî bibînin, serlêdanê bikin û got:“Li welatê me li dibistanên fermî bi zimanê xwe ders girtin, xeyalek bû. Li Elmanyayê em xwedî vê derfetê ne. Ez hêvî dikim ku malbatên Kurd ji bo zarokên xwe mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar bînin û vê mafê biparêzin.” Ji bo dersên Kurdî malbat dikarin bi mamosteyên refê yan jî rêveberiya dibistanê, mamosteyên Kurdî, îdareya dibistanê yan jî bi komeleyên Int. Mesopotamischer Kulturverein Bocholt e.V. veya Verein der Kurdisch Lehrer:innen in Deutschland e.V. (Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê) re bikevin peywendiyê. Li wir dê formeke qeydê bigirin ku hemû agahiyên pêwîst dagirin û teslîmî dibistanên zarokan bikin. Bi vî rengî zarokên di refên 1 yan jî 10’an de, dê di sala nû ya perwerdeyê de (qedemeya 1’an a dibistana navîn û seretayî), wê bi zimanê xwe yê dayikê beşdarî dersan bibin.

Eger pirseke weliyan têkildarî dersên Kurdî hebin, dikarin bi bi rêya e-postayê bi navnîşana imkult@web.de re peywendî çêbikin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.