Qeydan li Zarokistanan dest pê kir!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 2 Tebax 2025 - 00:44

Ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewle, saxlem û bi kalîte de dest bi jiyanê bikin, Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike di bin banê Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê de hate vekirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike, qeydan ji 1’ê Tebaxê ve dest pê kirine û heta 10’ê Tebaxê dewam dikin. Dê û bav dikarin zarokên xwe bi hêsanî li ser malpera fermî ya şaredariyê qeyd bikin.

Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê bang li hemû dê û bavan kir ku beşdarî vê pêvajoya qeydê ya girîng bibin û bal kişandin ser girîngiya perwerdeya destpêkê ya zarokan. Navenda Zarokistanan ya Krêş û Lênihêrîna Rojane ne tenê xizmeta lênêrînê pêşkêş dike, lê di heman demê de di hawîrdoreke nûjen û ewle de bi perwerdeyeke pirzimanî piştgiriyê dide geşedana laşî, hişî û civakî ya zarokan.

Malpera qeydê ya serhêl: https://kayapinar.bel.tr/index.html
https://docs.google.com/forms/u/0/d/e/1FAIpQLSeQeN3jseZVYXxek0nrGeepuxy0VDYr57P70orIq0tMMyGaeA/viewform?usp=send_form&pli=1

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.