Ziman çermê laşê me ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 00:45

  • Hevseroka MEDYA-DER’ê, Emîne Dîkmen Irgat têkildarî parastina ziman, çand û hunera Gelê Kurd da zanîn divê hemû dan û stendin bi zimanê Kurdî be û got:” Zimanê me çermê laşê me ye, ne kirasê me ye. Tu kiras dikarî biguherî lê tu çerm nikarî biguherî.”

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka Komeleya Ziman û Wêjeyê  (MEDYA-DER) Emîne Dîkmen Irgat têkildarî parastina ziman, çand û hunera Gelê Kurd nirxandin kir. Emîne Dîkmen Irgat bi lêv kir ku ew jî ji bo parastina zimanê dayikê xebatên xwe didomînin û wiha got:” Ji bo parastina nasnameya xwe divê em bernameyên curbecur pêk bînin. Ev peywira me hemûyan e. Ev di heman demê de bersiveke li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Divê em li dijî sîstemê valahiyan ava nekin. Heger em bi hev re tev bigerin em ê bi ser bikevin. ”

Emîne Dîkmen Irgat da zanîn di destpêkê de wê jî zaf bi zimanê Kurdî nizanîbû lê belê bi derfetên xwe, bi berxwedana xwe hîn bûye û wiha got:”Min jî berê tam bi zimanê xwe nikaribû xwe îfade bikira. Ev jî kêmasiyek e. Lê belê piştre min li berxwe da û di warê hînbûna zimanê Kurdî de min xwe pêş xist. Dayika min jî di vî warî de ji min re bû alîkar. Digot ‘Keça min hûn dema di civînên xwe de jî bi tirkî diaxivin em tiştekî ji we fam nakin’. Li ser vê gotina dayika xwe di civînan de bi Kurdî axivîm û min soz da ku ez bi Kurdî baş hîn bibim.”

Zimanê me çermê laşê me ye

Emîne Dîkmen Irgat da zanîn ji bo siberojê divê xebatên ji bo zimên zêde bibin û wiha pê de çû: ”Em bi xwe ketin nava kêmasiyan lê bila zarokên me nekevin vê kêmasiyê. Divê em bi zarokên xwe bi kurdî xeber bidin. Divê em li sûkê bi Kurdî xeber bidin. Divê hemû dan û stendinên me bi zimanê Kurdî be.  Zimanê me çermê laşê me ye, ne kirasê me ye. Tu kiras dikarî biguherî lê tu çerm nikarî biguherî. Dema çermê me ji ser laşê me biçe em ê birîndar bibin. Dema zimanê me çû rûmeta me jî diçe. Dema kesek dimire ew yek tenê dimire û dikeve bin axê. Lê belê dema zimanê me bimire em wekî bi tevahî gelekî dimirin. Bi rastî dema em niha diçin gundan li wir jî êdî zarok bi tirkî diaxivin. Ji bo siberojê divê em xebatên ji bo zimên zêde bikin. Heta niha bandora sîstemê li ser me, li ser mezinên me hebû. Em her tim di bin zextekê de mane. Di warê parastina ziman de û di warê axaftina bi zimanê xwe ya bi zarokê xwe divê dayik jî bav jî bi hev re li berxwe bidin. Divê ev bar tenê nekeve histûyê jinê.”

Rola jinan a di pêşketina zimên de

Emîne Dîkmen Irgat di heman demê de bal bi ser rola jinan a di warê ziman, çand û hunerê de û wiha dewam kir: ”Rola jinan di warê pêşketina ziman, çand û hunerê de gelekî girîng e. Di heman demê de ev têkoşîna jin dike ji bo azadiya jin û civakê ye jî. Dema jin nivîskar be, helbestkar be, hunermend be wê demê ew jin hêzê dide. Ez jî bi xwe ji jinên wiha hêzê digirim.”

Mîhrîcan hatin lidarxistin

Emîne Dîkmen Irgaz diyar kir ku ji bo parastina ziman, çand û hunera Kurdî li Tetwanê mîhrîcan jî hatiye lidarxistin û wiha got:”Ji bo parastina ziman, çand û hunerê li Tetwanê mîhrîcan jî hat lidarxistin. Di vê mîhrîcanê de panel û bernameyên têkildarî ziman, çand û hunera Gelê Kurd hatin lidarxistin. Me jî standa xwe di vê mîhrîcanê de vekir. Gel dema dihat standê jî me bi hev re sohbet dikir. Wiha têkiliya me û ya gel jî xurt dibû. Li vir tevlibûna jinan û ciwanan jî baş bû. Lê belê bi tayinkirina qeyûman êrişên li ser ziman, çand û hunera Kurdî jî pêk hat û xebatên di vî warî de hatin astengkirin. Bernameyên qeyûm çêdikir jî li gor mejiyê AKP’ê li gor mejiyê sîstemê bû.”

Em xebatên xwe dewam dikin

Emîne Dîkmen Irgat bi lêv kir ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê xebatên xwe yên di qada ziman de dewam dikin û wiha got:"Em jî wekî MEDYA-DER’ê kar û xebatên xwe yên têkildarî parastina ziman de dewam dikin. Em qursên ziman vedikin û hewl didin ku zarok jî mezin jî hînî zimanê xwe bidin. Em kampanyayên ji bo parastina zimanê dayikê didin destpêkirin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê em zimanê Kurdî hîn bibin, hîn bikin û belav bikin."

Divê em nasnameya xwe biparêzin

Emîne Dîkmen Irgat da zanîn ji bo parastina çand, ziman û hunera Gelê Kurd divê tevgereke hevpar hebe û wiha got:”Gelek êriş li dij ziman, çand û hunera Gelê Kurd tên kirin. Ji ber jinên kurd kincên xwe yên Kurdî li xwe dikin ev jî dibe sedema bêtehemuliyekê. Loma parastina çanda Kurdî gelekî girîng e. Loma divê em jî bêtir ziman, çand û hunera xwe xurt bikin. Giş bi hev girêdayîne. Ev di heman demê de nasnameya me ye. Dema zimanê me tune be hunera me jî tune ye. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em bernameyên curbecur pêk bînin. Ev peywira me hemûyan e. Ev di heman demê de bersiveke li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Divê em li dijî sîstemê valahiyan ava nekin. Heger em bi hev re tev bigerin em ê bi ser bikevin. ”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.