Pirtûka helbestan “Çilk û Çîk” ji aliyê Mahsûn Reşçelan ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Pallê derketiye. Ev pirtûka wî ya pêşî ye û ji 36 helbestan pêk tê.
Beşek ji pirtûkê
ez navê te bilêv dikim hê jî,
lewra xwê û nan li min nas e
ez bêhna te seh dikim hê jî,
lewra xuy û xudan li min nas e
bûme xwe û xulam
serederiyê li bûnê nakim
deriyên te yên li ser piştê
yek bi yek digirim,
têmê cem te,
te tenê nahêlim…
Mahsûn Reşçelan Kî ye?
Mahsûn Reşçelan li navçeya Qulpê ya Îdirê roja 22yê tîrmeha 1995’an hatiye dinê. Li Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî xwendiye û hevdem zimanê farisî jî li heman zanîngehê xwendiye. Wî li Zanîngeha Mardin Artukluyê bi rêya perwerdehiya dûrsaziyê kursa mamostetiya kurmancî û ya fêrbûna zazakî/kirmanckî qedandiye.
Ew niha edîtorî û wergeriyê ji bo e-kovara Herdî dike.
NAVENDA NÛÇEYAN