Serçinar yek ji havîngehên kevin ya Silêmaniyê ye. ji ber ava wê ya binerd, gir û xwezaya wê bûye cihek geştiyarî yê hênik.
Ava ku ji binê girên derdora Serçinar derdikeve, yek ji çavkaniyên sereke ya ava deverê ye. Li gel wê çavkaniya beşek sereke ya peydakirina ava Silêmaniyê ye. Lê ji ber hişkesaliyê asta ava wê gelek kêm bûye. Ji bo em dîroka havîngeha Serçinar bizanin pêwîste mirov li destpêka avabûna bajarê Silêmaniyê temaşe bike. Çavkaniyên dîrokî dibêjin yek ji wan sedemên ku hişt Îbrahîm Paşayê Baban Silêmaniyê wek bajar ava bike, topoxrafiya wê bû. Wê demê Melkend kiriye navenda bajêr û derdora wê jî gelek çavkaniyên avê, mêrg û şînkatî hebû. Ji wan yên herî navdar jî Kanî Askan û Serçinar bûn. Ji vê çendê diyar dibe ku ji destpêka avabûna bajarê Silêmaniyê ve Serçinar cihek yê bêhndan û lêkombûna xelkê bajêre. Her wiha gelek helbestvanên navdar yên Kurd ên wek; Nalî, Salim û Pîremêrd jî di helbestên xwe de pesnê ciwanî xweşiya havîngeha Serçinar kirine. Yek ji wan kesên ku piraniya temenê xwe li vê derê derbas kiriye, Pola Îsmaîl e ku xelkê taxa Serçinar a Silêmaniyê ye. Wek ew dibêje:“Ji temenê çar saliyê ve li taxa Serçinar im. Di berê de tam û xweşiyek taybet a vê derê hebû, gelek kesan ji bajêr û dervey bajêr serdana vê derê dikirin. Lê niha ji ber kêm barîna baranê ava wê gelek kêm bûye. Ev yek bûye sedem ku serdana geştiyaran a ji bo Serçinar kêm bibe.” Mihemed Hemedemîn jî bi salane li Serçinar karê çaycitiyê dike. Ew ji sala 1978’an ve bê navber li vê derê kar dike, welatî serdana wî dikin û demek xweş li vê derê derbas dikin. Mihemed got:“Di dema hikûmeta Baas de karkirin zehmet bû, lê niha rewşek aram heye û karkirin xweştir e.” Amanc Îsmaîl jî bi malbata xwe re ji Rewanduzê serdana havîngeha Serçinar kiriye got:“Serçinar aliyek giring yê ruhî ye ji bo xelkê Silêmaniyê. Ji bo me jî wek geştiyar cihek gelek xweş e. Lê tişta cihê fikaran ewe ku di aliyê xizmetguzarî de bi qasî pêwîst xizmet jêre nehatiye kirin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ