Li hola Tewar li bajarê Silêmaniyê, merasîmek taybet bi boneya çilrojiya şîna hunermendê wênesaz Lale Ebde hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmêde Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir axivî û got: “Lale Ebde bi karê hunermendekê rast û parêzvanê çand û hunera Kurdî bû. Îro roja şînê nîne, roja şanazîkirinê ye. Tabloyên hunermend nîşanê nemiriya Lale Ebde ne û her wiha bi hunerê dikarîn bigihîjin wê armanca ku siyaset nekariye bigihîneyê.”
Her wiha Rêveberê Giştî yê Çand Û Hunera Silêmaniyê Dr. Mihsin Edîb axafîyek pêşkêş kir û got: “Hunermend Lale Ebde bi rêya hunerê xwe têkilîyek girîngî bi tevahî civakê re hebû. Ji bo vê yekê divê şanazî bi hunermendên xwe bikin. Ji ber ku bi rêya hunerê dikarîn bên nasîn. Her wiha divê girîngî bi hunerê bidin da ku weke berê neyên enfalkirin. Girîngîdan bi hunerê, girîngîdan bi jiyanê ye.
‘Her tim li hunera Kurdî xwedî derket’
Peyama Sendîkaya Hunermendan ji aliyê Niyaz Nûrî ve hat pêşkêşkirin û got: “Lale Ebde yek bû ji mamostayên perwerdeya gihandina hunermendan û wênesazan, her wiha parvekirina behreya xwe bi wan re ji bo ku xizmetî civaka Kurd bike. Wî berê hewl dida çand û hunera Kurdî zindî bike û ew diparast. Di tabloyên xwe de tevî vê yekê kefxweşî zêdetir derdixist pêş. Bîranîn û xwedî derketina li hunermend Lale Ebde, xwedî derketina li hunera Kurdî ye. Her wiha li ser navê malbata hunermend xwîşka wî Behar Ebde ve hat xwendin û got: “Lale ji zaroktiyê ve ji huner û rengan hez dikir. Ligel vê hezkirina xwemezin bû, karî bi rêya hunera xwe xizmetê ji hunera û folklora Kurdî bike.”
Paşê bi nîşandana tabloyên hunermend Lale Ebde û nîşandana belgefîlmek li ser jiyan û karê hunermendî dawî li merasîmê hat.
ROJNEWS/SILÊMANÎ