Êriş li rojnamevan Hêmin Mamend hat kirin

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:00

Di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin kes yan kesên li ser motosîkletê, li taxa Eqarî Şar ya bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend gulebaran kir.

Têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî rojnamevan, çavkaniyekê ragihand ku di encama êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye. Hate zanîn ku piştî êrişê, êrişkar li ser motosîkletê ji cihê bûyerê reviyaye.

Ajansa Rojnewsê xwest têkildarî êrişa çekdarî bi Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed re peywendiyê çêbike, lê bersiva ajansê neda.

Rojnamevan Hêmin Mamend li nexweşxaneyek ya bajarê Silêmaniyê hat dermankirin.

Piştî êrişê hempîşeyên Hêmin Mamend û sazî û dezgehên çapemeniyê bertek nîşanî êrişê dan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.