Li Silêmanî semînerek li ser zaravayê Feylî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 23 Tebax 2025 - 00:18

Li Navenda Çandê ya Sera ya Silêmaniyê, bi pêşengtiya Rêxistina Liyana ya Pêşxistina Hizra Mirovdostî, rewşenbîr û nivîskarên Silêmaniyê semînerek bi ser navê “Nasandina Eslê Zaravayê Feylî û Vegerandina Wê ya Devoka Resen ya Gund, Deverên Kerkûk û Germiyanê” ji bo Zimanzan û Dîroknas Sabîr Kelhûrî hat lidarxistin.

Di destpêka semînerê de, ji aliyê Hewar Mihemed ve kurteyek li ser jiyan, xebat û çalakiyên Sabir Kelhûrî hat xwendin ku weke her Kurdekî din welatparêz ew jî li rastî zilm û zordariyeke mezin hatiye. Sabir Kelhûrî jî ji êş û sirgûniya ji ax û neteweya xwe bêpar nebûye. Tevî hemû êş û sirgûniyê jî, wî qet çav û guhê xwe ji maf, rastbûn û dîroka kevnar a gelê xwe re negirtiye. Di vê çarçoveyê de, wekî Kurdekê, wî di tevahiya jiyana xwe de hewl daye ku li rastiyê bigere.

Paşê Sabir Kelhûrî li ser destpêka dîrok, çand û meyla gelê Zagros-Torosê axivî. Her wiha koka zaravayê Feylî û zaravayên resen yên gund û deverên Kerkûk û Germiyanê nirxand. Sabîr Kelhûrî got; “Em dixwazin bizanin çima gelê Kurd di seranserê dîrokê de hatiye parçekirin û destûr nehatiye dayîn ku xwediyê xwe be. Divê gelê Kurd hebûna xwe ya li Zagros û Torosê îspat bike nîşanî hemû cîhanê bide ku ew gelekî xwedî mafê jiyanê ye. Ji ber vê yekê, divê em hemû têbikoşîn da ku ew hêzên ku li ser gel û welatê Zagros-Torosê zilm kirine, danin ser çokan û rastiyê îtîraf bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.