Navenda Rewşenbîrî ya Sera ya li Silêmaniyê 24 salin bûye navenda hunermend, rewşenbîr û nivîskarên bajêr. Di heman demê de weke mûzexaneyekê jî çand û hunera Kurdî diparêze.
Navenda Rewşenbîrî ya Sera dikeve kolana Kawe ya li navenda taxa mezin ya Silêmaniyê, ev navend di sala 2001’an de hatiye avakirin. Navend bûye cihê komkirina rewşenbîr, nivîskar û bêhnvedana welatiyên Silêmaniyê. Derbarê dîroka navendê de Serdar Celal ku li navendê kar dike got:“Ev cih di dema borî de pirtûkxaneya Feyselî bû, lê piştî sala 2001’an ev der bû navenda Rewşenbîrî ya Sera. Piraniya xwe rewşenbîr, nivîskar û welatî serdana navendê dikin û dema xwe livir derbaz dikin.”
Ev navend ji beşên weke, pirtûkxane, xwendin, wêneyê kesayetên bajarê Silêmaniyê, parastina çanda Kurdî û kel û pelên dîrokî yên kevin pêktê. Yek ji armancên navendê jî parastina kel û pelên kevin û nasandina wan ya bi nifşê nûye.
Armancek din ya navendê komkirina kel û pelên kevin û parastina wane, ji ber ku kel û pelên di nava navendê de hemû jî di salên borî de hatine bikaranîn, hinek ji wan jî heya roja îro liwir tên karanîn. Kel û pelên kevin jî hemû bi hewldanên kesayetên Silêmaniyê hatine komkirin. Serdar Celal derbarê mijarê de jî got:“Kesên serdanê dikin bi dîtina kel û pelên Kurdewarî gelek kêfxweş dibin û wêneyên xwe dikêşin.”Ciwan, kal û zarok jî serdana beşa navendê ya pirtûkxaneyê dikin, fikir û ramana xwe tînin ziman. Yan jî kesên rojnamevan û nivîskar ji bo sûd ji van berheman bigirin, serdana navendê dikin. Ji ber ku piraniya pirtûkan têde hene û yek ji cihên ku herî zêde serdana wê tê kirine. Li navendê wêneyên kesayet, kasibkar, hunermend û nivîskarên Silêmaniyê hene, wêne hemû bi dîwarê navendê ve hatine hilawistin û bivê yekê jî dixwazin ew kesayet hertim bên nasîn. Ji bo vê Serdar Celal bang li ciwan û nifşê nû dike ku rêz li kesayet, çanda Kurd bigirin û qedrê wan bizanin û got; “Ji ber ku Gelê Kurd bi çand, huner û kesayetên xwe ciwane.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ