Aloziya li Silêmaniyê: 3 kes mirin

Şemî 23 Tebax 2025 - 03:37

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin di encama şer û pevçûnên dijwar ên pêr bi şev li Silêmaniyê, 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûne.

Dadgeha Silêmaniyê pêr êvarê fermana binçavkirinê ji bo Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahûr Şêx Cengî derxist. Ji ber vê yekê di navbera hêzên Asayîşa Silêmanî yên ku hewl didan bikevin Otêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê bû û hêzên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de şer derket. Piştî şer û pevçûnên dijwar yên 3 saetan, serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî hate binçavkirin. Li gorî agahiyan bi Lahûr Şêx Cengî re, birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatine binçavkirin. Tê gotin berpirsê hêza ‘Dupişk’ ya girêdayî Lahûr Şêx Şengî, Rebwar Hamî Hacî Xalî jî xwe radestî hêzên ewlekariyê kiriye. Li gorî zanyariyên bi dest ketine, di encama şer û pevçûnan de, 3 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûne. Birîndar rewşa wan ne giran in, li nexweşxaneya Şar tên dermankirin. Lê têkildarî hejmara mirî û birîndarên hêzên Lalezar yên ser bi Lahûr Şêx Cengî ti agahî nehatine belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.