Li Bokanê pêşangeha pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Gulan 2025 - 00:28

ŞEBNEM RAHÎMZADE / NÛJINHA / BOKAN

Tevî kêmaniya nivîsandin û xwendinê, sansura dijwar û bihayê zêde yê pirtûkan jî Pêşanegehên pirtûkên xwecihî hê jî ji bo hezkiriyên wêjeyê cihê serdanê ne. Yek ji van pêşanegehan jî pêşengaha pirtûkan a Bokanê ye, di navbera rojên 4-15’ê Gulanê de li salona Sîmûrg hat lidarxistin. Di pêşanegehê de gelek berhemên cuda yên bi zimanê Kurdî û Farsî hatin pêşandan. Pirtûkên li ser dîrok, raman, aborî, ziman, zarok û yên der barê pirsgirêkên jinan de tevî bihayê zêde jî bi kêmkirina bihayê wan pêşkêşî kesên tên serdanê tên kirin û piraniya beşdaran ji jinan pêk tên.

Jin dinivîsînin werger dikin û diguherînin

Di nava pirtûkên hatin pêşkêşkirin de, rêjeya berhemên ku der barê jinan de û ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin balê dikşîne. Nivîskar Ovîn A. der barê pirtûkên jinan û rewşa qada wêjeyê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de got: “Niha ne tenê xwendevan, nivîskar jî krîzan dijîn. Bi taybetî gelek berhemên ku pirsgirêkên jinan digrin dest destûr nayê dayîn werin weşandin. Yek ji xebatên me yên destpêkê ew e ku em ji wêjeya cîhanê werger bikin. Ev li ser civak û jinan bandoreke cidî dê çêbike. Di vê pêşanegehê de pirtûkên hatine wergerandin hene. Jin bi nivîs û xwendinê tabûyên xwedî kokên dîrokî hildiweşînin. Her xebata ku di vê qadê de hatiye kirin, têkoşîneke girîng e.”

‘Ji ber sansurê hinek nivîskar beşdar nebûne’

Di pêşangehê de kêmaniya berhemên gelek nivîskarên serbixwe tê hîskirin. Berhemên ku di rêza sansurê de mane, destûra weşanê negirtine, yek ji sedemên vê valahiyê ye. Ovîn A. li ser vê yekê wiha got: “Li vê derê cihê gelek kesan heye lê belê ew ne li vir in. Pênûsên wan girtî dosyayên wan ji ber sansurê girtî mane. Sala borî, hinek pirtûkên ku di pêşanegehê de hebûn, di vê salê weşana duyem de ji ber ku destûr negirtine îsal tune ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.