Divê dewlet tavilê gav biavêje

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:35

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bi fikar in ji bo bandora şerê Îsraîl-Îranê li ser pêvajoyê û ji bo gavavêtinê bangî dewletê kirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, bal kişand li ser banga Rêber APO û biryarên PKK’ê û diyar kir ku dewletê hêj gav neavêtiye. Sûltan Azboy, diyar kir ku di pakêta 10’mîn a darazê ji bo girtiyên nexweş çareseriyek neafirandiye û got:“Dewletê tu gav neavêtiye. Tevê vê yekê jî her roj bi balafiran ve çiyayan bombebaran dike. Kurd, Turk an Ereb kî aştiyê dixwaze divê piştevaniyê bidin. Hilweşandina şer mezin e. Bi xweziyan ve nejîn. Bibin dengê aştiya birûmet.”

Sûltan Azboy bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û got:’’Dixwazin Rojhilata Navîn careke din veguherînin gola xwînê. Em bi paradîgmaya rêzdar Ocalan ve dikarin şer rawestînin. Cîhan ber bi şereke mezin ve diçe. Hişmendiya mêr ê ku şer derdixe ji bo berdewamiya desthilata xwe êriş dike. Piştî destpêka pêvajoya aştiyê jî ciwan hêj dimirin. Bi yek alî aştî nabe. Rewşa Rojhilata Navîn xuya ye bila êdî dayik rondikan nebarînin. Xwîn bi xwînê paqij nabe. Bila hemû gelên cîhanê ji bo aştiyê gav biavêjin.”

Êrişê daxwazên aştiyê dikin 

Dayika Aştiyê Meyaser Akdag, diyar kir ku tevî israra Kurd ji bo aştiyê dewlet êrişê de berdewam e û got:“Ji bo aştiyê em ê heta dawî têbikoşin. Hêj çend roj berê cihên ku zarokên me li bûn, çeken kimyewî lê hate bikaranîn. Gelê Kurd aştiyê dixwazin. Lê belê êrişê vê xwestekê dikin. Me her tim got ku em mirina kesê naxwazin. Dilê me dişewite. Em şer û xwînê naxwazin. Ez bangî dayikên hemû gelan dikim. Derkevin qadan banga aştiyê bikin. Emîne Erdogan jî dayik e bila derkeve banga aştiyê bike.” Meyaser Akdagê diyar kir ku di destpêka pêvajoyê heta niha dewlet her di provakasyonê de berdewam e û got:“Bila di nêzîkatiyên xwe yên li hember gelê Kurd de baldar bin. Tecrîda li hember rêzdar Ocalan hêj berdewam e. Ji bo rêveçûna pêvajoyê, divê azadiya rêzdar Ocalan a fîzîkî tevilê pêk bê. Em ê heta dawiyê aştiyê bixwazin û hewl bidin ji bo pêşengiya pêvajoyê. Divê hemû dayik bibin pêşengê vê pêvajoyê. Lewre di şer de birîna mezin dibe para dayikan.”

Dayika Aştişyê Şukran Dal, bal kişand li ser şerê Îran û Îsraîlê û banga “Ger em firavîn bin hûn jî şîv in” kir. Şukran Dalê diyar kir ku ji aliyê Rêber APO hemû gav hatine avêtin lê dewletê hêj gav neavêtiye û got:“Şerek li erdnîgariya me pêk tê. Divê dewlet ji bo aştiyê gav biavêje û pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne. Şerê Îsraîl-Îranê careke din giringiya aştiyê daye famkirin.” 

MA/FETHÎ BALAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.