Li Xelfeliyê rojên pirtûkên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 14 Hezîran 2025 - 00:39

Li bajarokê Xelfeliyê bi hevkariya şaredariyê û YEWKURD'ê ve 1'emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir.

Li bajarokê Xelfeliyê ya Îdirê 1'emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir. 1'emîn Rojên Pirtûkan bi hevkariya Yekitiya Weşangêrên Kurd (YEW-KURD) û Şaredariya Bajarokê Xelfelîiyê ya di destê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li Daristana Bajêr dest pê kir û dê 4 rojan bidome. 17 weşanxane beşdar bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina pêşangehê de axivî û hemû welatî vexwend pêşangehê.

Hevserokê YEWKURD'ê Hakki Boltan jî diyar kir ku ji gelek bajaran weşanxane beşdarî pêşangehê bûne û got: "Em spasiya hemû weşanxaneyan dikin. Pêşangehên wiha pir girîng in. Lewra xwedîderketina pirtûkên li vir, xwedîderketina li xwe ye. Em ê bi xwendinê ve nasnameya xwe binasin. Ji bo vê yekê, xwedî li derketina pirtûkan ne tenê perpirsiyariya weşanxaneyan e perpirsiyariya me hemûyan e. Zexta herî mezin li ser Kurdî ye. Bi salan kesê nikaribû peyveke bi Kurdî biaxive. Zimanê gelê Kurd hatibû qedexekirin. Ji ber vê gel, ji zimanê xwe dûr ket. Ji bo vê ev xebata îro pir girîng e."

MA/ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.