Pirtûka ‘Kurd û Ereb’ bi Kurmancî bixwînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 00:46

Pirtûka siyasetmedar Îbrahîm Ehmed a bi navê "Kurd û Ereb" bi wergera Yasîn Hisên ji Weşanên Lîs derket.

Îbrahîm Ehmed di serî de li Başûr û paşê li parçeyên din jî siyasetmedarekî bi bandor û naskirî bû. Ligel siyasetê ew bi nivîsê re jî eleqedar bû. Romana wî "Jana Gel" yek ji berhemên wî ya zêde tê nasîn e. Niha ew bi pirtûka xwe "Kurd û Ereb" di rojeva me de ye.
Ehmed di sala 1937’an de bi navê  El-Ekrad we'l-Ereb ev pirtûk bi erebî nivîsandibû û pirtûk li Bexdaya Iraqê hatibû çapkirin.

Îbrahîm Ehmed "Kurd û Ereb" de bi mînakên dîrokî her du neteweyan dinirxîne û balê dikşîne cîrantî, xêrxwazî û hevalbendiya ereban û kurdan. 

Di pirtûkê de li ser serhildanên kurdan ên li Tirkîyeyê jî nirxandinên wî hene. "Kurd û Ereb" ji pênûsa rewşenbîrekî wekî belgenameyeke di derbarê demên dawîn ên dewleta Osmanî, kiryarên Îtîhad û Terakiyê û dîroka serxwebûnxwaziya serhildanên kurdan de jî dikare were xwendin.

Îbrahîm Ehmed kî ye?
Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr Îbrahîm Ehmed roja 6'ê adara 1914'an li Silêmanî hatiye dinê, roja 8'ê avrêla 2000'î li Londona Îngilistanê canê xwe ji dest daye.
Wî di sala 1937'an de li Bexdayê hiqûq xwendiye. Di navbera salên 1942-44'an de li Helebçe û Hewlêrê dadgerî kiriye. Sala 1939'an ligel Elaaddîn Secadê kovara bi navê "Gelawêj" derxistiye, di sala 1945'an de bûye rêveberê PDK'e, 1953'yan de bûye Sekreterê Giştî yê Partiyê. Di salên 1949-56'an de kovara partiyê "Rizgarî" derxistiye, 1956'an de kovarê nav guhartiye û kiriye "Xebat".
Di sala 1975'an de baskek ji PDK'ê vediqete, ew jî yek ji wan e û vê salê diçe Brîtanyaya Mezin û dibe penaberê siyasî.
Romana wî ya navdar "Jana Gel" e, ji bilî vê jî nêzî 10 pirtûkên wî derketine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.