‘Rojên Pirtûkên Kurdî’ dest pê dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 27 Gulan 2025 - 00:50

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê di navbera 27ê Hezîranê û 1ê Gulanê li Qada Şêx Seîd a li navçeya Yenîşehîr a Amedê Rojên Pirtûkên Kurdî li dar bixin. Rojên Pirtûkên Kurdî dê sibê (Sêşem) dest pê bikin û di 1ê Hezîranê roja yekşemê de bi dawî bibin. 32 weşanxaneyên Kurd û nêzî 200 nivîskar dê beşdarî rojên pirtûkan bibin. Rêveberê YEWKURDê Bawer Berşev têkildarî Rojên Pirtûkên Kurdî axivî.

Bawer Berşev da zanîn ku cara ewil e bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re bi awayekî hevkar rojên pirtûkan li dar dixin û wiha got: “Em ê bi taybetî ji bo weşanxaneyên kurdan rojên pirtûkan li dar bixin. Nêzî 40 weşanxaneyên kurd hene 32 hebên wan dê beşdar bin. Ji xeynî wan sazî û dezgehên me yên weke MED-DERê jî beşdar bin. 10 sal berê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fûareke pirtûkan a gelekî mezin çêkiribû û weşanxaneyên me jî jê memnûn bûn. Me jî ji wê sûd wergirt û me xwest piştî 10 salan li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin fûareke tenê ji bo weşanxaneyên kurd ava bikin. Pişt re em dixwazin li her bajarekî Kurdistanê van fûaran çêbikin. Her meh an jî du mehan carekê em ê li her bajarekî Kurdistanê em ê fûarekê an jî Rojên Pirtûkên Kurdî bi vî rengî organîze bikin.”

‘Hêvî dikin em ji bo bajarên din jî bibin mînakek’

Bawer Berşev bi lêv kir ku armanca wan ew e ku weşanxane û nivîskarên kurd û xwîneran bînin cem hev û wiha berdewam kir: “Ji bo vê yekê jî cihê me yê navendî Amed e. Me xwest cara ewil li vir çêbikin. Beriya deh rojan li Erxeniyê jî bernameyeke wiha çêbû. Me bi wan re jî hevkariyeke bi vî rengî kir. Gelek baş derbas bû, gelê Erxeniyê û Amedê gelek memnûn bûn. Vê carê YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin vê organize dikin. Ji bo me jî cara yekem e. Em hêvî dikin ku em tê de serbikevin. Em ji bo bajarên din jî bibin mînakek.”

‘Dê nêzî 200 nivîskarên Kurd beşdar bin’

Bawer Berşev da zanîn ku Rojên Pirtûkên Kurdî bi minasebeta 15ê Gulanê di navbera 15-19ê Gulanê bê lidarxistin lê ji ber meseleyên siyasî hefteyekê taloqkirin û ev tişt gotin: “Bangawaziya me ji bo gel ev e; li wir dê gelek bernameyên bi kurdî çêbin. Dê nêzî 200 nivîskarên Kurd beşdar bin. Em ji gelê xwe yê Amedê dixwazin werin serdana me bikin.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.