Rojên pirtûkan ên Erxeniyê bi dawî bûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Gulan 2025 - 01:00

AW / AMED

1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi eleqeyeke gel a zêde bi dawî bû. Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar Sirri Sureya Onder bi bîr anîn û spasiyên xwe pêşkeşî hemû sazî û dezgehan kirin.

Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de di navbera 2-5ê Gulanê de bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê li Park Orman a Yenîşehîrê ya navçeya Erxenî ya Amedê 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê hate lidarxistin. Di pêşengeha ku gelek weşanxane û nivîskar tev li bûn de gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê îro bi eleqeyeke gel a zêde bi dawî bû. Balkêş bû ku gelek zarok ji bo pirtûkan bistînin hatin rojên pirtûkan. Hin welatiyan jî diyar kirin ku cara ewil aktîvîteyeke wiha tê lidarxistin û ji vê yekê gelek keyfxweş in. Welatiyan xwestin ku aktîvîteyên wiha berdewam bikin.

Her wiha Şaredariya Erxeniyê formayên Amedsporê li zarokan belav kir. Lîstikvanê Amedsporê Mehmet Yeşîl jî li standa Amedsporê ji bo zarokan forma îmze kirin.

‘Em ê van rojan veguherînin fûarê’

Pişt re Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken axivî. Şiyar Guldîken bi bîr xist ku cara ewil e rojên pirtûkan li dar dixin û wiha got: “Em êdî dizanin ku li şaredariyeke navçeyê jî xebatên bi vî rengî dikarin werin li darxistin. Ji bo alîkarî û piştgiriya wan em ji Şaxa Egîtîm Senê ya li Erxeniyê û YEWKURDê re spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em ji bo eleqeya gelê me, hemû weşanxane û nivîskaran jî gelek spas dikin. Erxenî bajarekî qedîm e. Cara ewil genim li vir hatiye çandin. Çand û çandinî jî girêdayî hev e, hevdû diparêze û ji hev sûdê digire. Ji bo vê jî me got em rojên pirtûkan ji Erxeniyê bidin destpêkirin. Em gelekî serbilind in. Em hemû hevalên xwe yên ked dane pîroz dikin. Hêvî dikin ku di salên pêş de van rojan veguherînin fûarê û êdî her dem berdewam bike.”

Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar jî spasiyên xwe pêşkeşî gel, weşanxane û nivîskar û mevanan kir. 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê bi gotûbêj û aktîvîteyên cûr bi cûr bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.