Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Pêşangeha 9’an a Şehîd Herekol a Pirtûkan de, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke berfireh bi Desteya Çandê ya kantona Cizîrê re li dar xist. Di civînê de amadekariyên pêwîst ên ji bo serxistina pêşangehê hatin nîqaşkirin. Pêşangeh wê di Cotmeha bê de bê vekirin.
Di civînê de amadekariyên pêwîst ji bo serxistina vê pêşangehê, ku biryar e di meha cotmehê de bê lidarxistin hatin gotûpêjkirin.
Di civînê de bal li ser nirxandên tecrûbeyên berê hatin kişandin; weke zehmetiyên li pêş pêşangehên berê derketine. Li kêlek wê jî çareseriyên guncaw ên xurtkirina rêxistinkirinê û pêşxistina mekanîzmaya xebatê ku xizmetî wêjevanan bike, hatin pêşkêşkirin.
Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan ji çalakiyên çandî yên herî girîng li herêmê ye. Di pêşangeha 8’an de 54 çapxane û saziyên wêjeyê, bi zêdetirî 143 hezar pirtûkên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî, beşdar bûn.
ANHA/QAMIŞLO