- Helbestkar Siyabend Demîr têkildarî helbestê diyar kir ku helbest rengekî dide jiyanê û got: ”Teşeyê dide maneya jiyanê. Di helbestan de tecribe heye, aqilê duyemîn heye, xwezî heye, şans heye. Hêvî û daxwaz hene… Jêderka helbestê jiyan û xweza bi xwe ne.”
ROZA METÎNA / AMED
Helbestkar Siyabend Demîr ê ku pirtûkek wî ya helbestê ya bi navê Hestên Şid heye, têkildarî pênase, xebatên helbesetê her wiha hestên di helbestê de derdikeve pêş nirxandin kir. Siyabend Demîr wiha got:"Zimanê me hebûna me ye; helbest jî rengê me ye. Em dev ji reng û hebûna xwe bernadin. Li ku derê dibe bila bibe, em ê her tim li berxwe bidin."
Helbestkar Siyabend Demîr di destpêkê de bal bir ser pênaseya helbestê û wiha got:"Li gor min helbest rihê jiyanê ye. Dengvedana xwezayê ye. Bi hest û helbestê mirov dikare wateyê bide jiyanê. Jiyana bêwate, jiyaneke bêtam e. Wek axeke bê bet û bereket e. Bi helbestê ev ax, ango jiyan digîhêje av û hewayê; derfeta geşbûn û regînbûnê dibîne."
Bi rêya hestên xwe neqişand
Siyabend Demîr bal bir ser mijarên helbestê xwe û wiha pê de çû:"Di pirtûka xwe de min behsa evîna welat, evîna yarê, êşa gel, jana welat, jihevveqetandina yar û hevalan, dost û birayan û hwd. kiriye. Di helbestên min de êş û janên takekesî û civakî; kêfxweşî û dilşadiyên şexsî û neteweyî giş di zik hev de ne. Bi qasî ji min hat min hewl da ku ez balê bikişînim ser her awa û her rengê jiyanê. Di şahiyê de jî, di êş û elemê de jî xweşiyek heye. Ev rastiya jiyanê ye. Min jî hewl da ku vê yekê fam bikim, bi rêya hest û ramanên xwe vê bineqişînim bîr û dilê xwe û bi rêya honandina risteyan bi derdora xwe re vê parve bikim."
Helbest rengekî dide jiyanê
Siyabend Demîr bi lêv kir ku civak bi helbestê şad dibe û wiha pê de çû:"Dema ku tu derdikevî pêşberê hin kesan û dikî nakî nikarî biaxivî… Yanê gelek tişt hene rê nadin ku zimanê te bigere, zikê te diwerime, hundirê te tije dibe. Hewce ye ku tu xwe vala bikî. Bi tena serê xwe dimînî ew zik werimandina te dibe êş û elem, li kezeba te dikeve, tu lawaz dibî. A ji wî rihê şikandî demarek nû şîn dibe. Hêzê dide te û tu radibî ser xwe, diqîrî û dibêjî, 'Ez jî heme! ' Helbest rengekî dide jiyanê, civak pê şad dibe. Teşeyê dide wateya jiyanê. Di helbestan de tecribe heye, aqilê duyemîn heye, xwezî heye, şans heye. Hêvî û daxwaz hene… Ji ber vê ez dikarim bêjim ku teqez diyalektîka her tiştê zindî heye. An ji hewcedariyê çêdibe, an jî bi zorê. Jêderka helbestê jiyan û xweza bi xwe ne. Wek kes em jî perçeyekî wê ne. Êşen me jî, kêfxweşî û şadiyên me jî, hêvî û daxwazên me jî, hêrs û pirs û tirsên me jî hema hema yek in. Loma ye ku dema em risteyekê dixwînin xwe tê de dibînin. Meriv dikare mijareke pir berfireh jî bi çend risteyan bi awayekî bi bandor vebêje."
Di helbestê te hest li pêş e
Siyabend Demîr da zanîn ku di helbestê de gotinên hunerî û hest derdikevin pêş û wiha dewam kir:"Di helbestê de reqsek, ahengek heye, peyv radibin dîlanê û pênûs di xwêhdanê de wenda dibe. Gotin bi wêjeyê dikemile û wateya xwe dibîne. Di helbestê te hest li pêş e. Lê ya ku kûrahî û rengê wê, her wiha wateya wê diyar dike jî raman e. Hestekî bêyî raman hestekî bê pîvan e. Dişibê avek şolî, ne diyar e ku di xwe de çi dihewîne. Ne kişîner e. Ne xweşik e. Mîna awêneyekê ne zelal e û yên din nikarin xwe tê de bibînin. Loma divê hest bi ramanê bên tamandin ku bibin xwedî reng û wate. Bibin awêne, bibin kanî û di helbestê de biherikin."
Xebata helbestê girîng e
Siyabend Demîr xebatên di warê helbestê de wiha şîrove kir:"Kar û xebatên ji bo helbestê divê jêneger be. Ji ber gelekî girîng e. Baş e, geş e dê hên baştirîn be jî. Di merheleya tunebûnê de derketiye, pêş ketiye dê bilindtir jî bibe. Di warê çapxaneyê de, di warê edotoriyayê de, di warê xwendinê de, di warê xwebipêşvebirinê de hinek qelsî hene dê ew jî di demek nêz de li aliyekî bimînin."
Em dev ji hebûna xwe bernadin
Siyabend Demîr herî dawî têkildarî êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî jî wiha got:"Em êrişên li dijî ziman û wêjeya kurdî bi tu rengî napejirînin û em ê li hember hemû zilm û zordestîyê serê xwe rakin. Zimanê me hebûna me ye; helbest jî rengê me ye. Em dev ji reng û hebûna xwe bernadin. Li ku derê dibe bila bibe, em ê her tim li hemberî vê hişmendiyê li berxwe bidin. Wekî encam; helbest eşqa me ye. Dê bi demê re gelek Mem û Ferhad û Siyabendan biafirîne. Dizanim ku hûn dê bibêjin, 'ma jiyan tenê ji Mem û Ferhad û Siyabendan pêk tê? Ma jiyan tenê bi mêran geş dibe' û min bidî ber tîra rexneyan. Helbet ku tu mafdar î. Di eşqê de dualîteyek heye. Du dil diherikin nava hev û dibin yek. Heke ji Zîn û Şîrîn û Xecê nebin, em nikarin behsa Mem û Ferhad û Siyabendan bikin."