Ji ber bêkariyê koça ciwanan!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 23 Tebax 2025 - 00:45

Ciwanên Parêzgeha Helebce ji ber nebûna derfetên kar yên hikûmet nade avakirin û dîsa nebûna kertên taybet ku ciwan kar bikin, ji bajarek derbasî bajarek din dibin. Li ser vê jinên ciwan ên Helebce ji Rojnewsê re axivîn. Jina ciwan ya bi navê Hena Refîq rexne li hikûmetê girt ku ti derfetek kar ji bo ciwanan nehatiye afirandin û got:“Ji ber kar tine, ciwan ji nava bajar berê xwe didin bajareke din. Ciwanên me yên Helebce ji bo karek ji bo xwe peyada bike berê xwe didin Silêmanî û Hewlêrê. Li Helebce ji bo ciwanan hikûmetê ti derfet ne afirandiye, yan jî pir keme.”

Jina din ya ciwan Buşra Heyder heman rexne li hikûmetê girt û destnîşan kir ku eger ciwan bêkarin sedemê vê bêpîlaniya bi rêkûpêk ya hikûmetê ye û got:“Bêpîlaniya hikûmetê ya li bajaran, kiriye ku ciwan bê kar bimînin. Çareseriya vê jî pir hesane, divê pîlanên guncav û dîsa anîna sektorên taybet ên kar li bajaran. Ev yek dikare çareseriyekê heta astekê peyda bike.” Jina ciwan ya bi navê Fîrdews Osman jî bal kişand ser bêkariya di nava ciwanan de û got:“Hikûmet li hemberî ciwanan xemsare. Divê projeyên nû ji bo ciwanan bên avakirin. Divê şirket û sektorên taybet yên kar li bajar bên avakirin.”

Fîrdews Osman anî ziman ku koça ciwanan ya ji bo kar ya li bajarên din ne çareseriye û got:“Ya girîng em çareseriyê di nava welatê xwe de peyda bikin. Divê sûd ji hêz û kêrhatiyên ciwanan bên girtin û welatê xwe ava bikin.” Hêjayî bibîrxistinê ye salane li Herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya ciwanên Zanîngeh û Peymangehan derdikevin. Lê ji ber nebûna bernameyek taybet ya kar ya hikûmeta demborî ya ji bo ciwanan, kiriye ku ciwan bêkar bimînin. Ji ber bêkariyê gelek ciwan ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dane welatên derve û gelek jî di Behra Spî de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.