Li Helebceyê ji bo Rojava kampanya

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Çile 2026 - 02:40

Kampanyayên piştevaniyê yên xelkê Herêma Kurdistanê ji bo Rojava dane destpêkirin bênavber didomin. Hemû beşên civakê ji bo Rojava kampanayaya alîkariyê daye destpêkirin. Hunermend û rewşenbîrên Helebceyê jî ragihandin ku kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin. Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebceyê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got:“Îro em ji bo alîkarî û piştevaniya rojavayê Kurdistanê kampanyayek giştî radigihînin. Em bang li hemû kesê dikin ku tev li kampanyayê bibin û piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cihê ku alîkarî lê tê komkirin, beramberî serokatiya Şaredariya Helebceyeyê ye û her kes dikare liwir alîkariyên xwe radest bike.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.